Hiqûqnas: Divê ji dewleta Tirk û çeteyên wê hesab were pirsîn

Hiqûqnas Xalîde Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi sûcên li Efrînê dikin, mafên mirovan binpê dikin û êrişa li gundê Kaxirê wek mînak nîşan da û got divê dewleta Tirk û çeteyên wê li gorî hiqûqa navneteweyî bên cezakirin û hesab jê bê xwestin.

Hiqûqnas: Divê ji dewleta Tirk û çeteyên wê hesab were pirsîn
Hiqûqnas: Divê ji dewleta Tirk û çeteyên wê hesab were pirsîn
Hiqûqnas: Divê ji dewleta Tirk û çeteyên wê hesab were pirsîn
Hiqûqnas: Divê ji dewleta Tirk û çeteyên wê hesab were pirsîn
Hiqûqnas: Divê ji dewleta Tirk û çeteyên wê hesab were pirsîn
Hiqûqnas: Divê ji dewleta Tirk û çeteyên wê hesab were pirsîn
20 îlon 2024   06:40
HELEB
MIHEMED EBDO

Roja înê (15`ê Îlonê) li gundê Kaxirê yê bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî, bi pêşengiya jinan xelkê gund Ii hember talankirin, dizîn û bacan serî hilda û banga serbestberdana revandiyan kir. Lê çeteyên El Emşat ên dewleta Tirk êrişî wan kir û di encamê de 20 kes birîndar bûn ku piraniya wan jin in.

Hiqûqnas Xalîde Mihemed êrişa li gundê Kaxirê ji aliyê hiqûqî ve nirxand û got: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 2018`an ve berdewam in."

Xalîde wiha domand: "Çeteyên dewleta Tirk bi fermana îstixbarata Tirkiyeyê û çeteyên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ku bi nêrîna min ne Kurd e, van sûcan dikin."

Xalîde êrişa li gundê Kaxirê bi "nîjadperestî" wesifand û got: "Jixwe dewleta Tirk vê siyasetê dimeşîne. Lê di vê serdemê de mirov nikare tehemul bike. Divê cezayên herî giran li Tirkiye û çeteyên wê bên birîn."

Xalîde îşaret bi qanûnên navneteweyî yên ku Tirkiye û çeteyên wê binpê dikin kir û got: "Qanûna Mirovî ya Navneteweyî, pergala bingehîn a Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, Lihevkirina Cinevê ya sala 1949`an, Protokola Lahayê, Lihevkirina Lahayê a sala 1999`an û 1907`an. Dewleta Tirk û çeteyên wê ev qanûnên navborî û rêgezên mafên mirovan ên Ewropayê û peymanên NY`yê binpê kirine."

Xalîde diyar kir ku civata navneteweyî berpirsê sûcên li dijî sivîlên Kurd ên li Efrînê ye.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê sala 2023`yan li serçeteyên "El Emşat", "El Hemzat" ceza birîn, ji ber ku sûcên hovane yên li dijî mafên mirovan li dijî şêniyên resen ên bajarê Efrînê kirine.

(şx)

ANHA