‘Berxwedana şervanên me dê dîrokê ji nû ve binivîse’

Endam û rêveberên saziyên kantona Firatê êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku şervanên wan li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî berxwedaneke dîrokî didin meşandin.

‘Berxwedana şervanên me dê dîrokê ji nû ve binivîse’
17 kanûn, 2024   05:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê der barê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de ji ajansa me re axivîn.

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Kobanê Hesen Mamo êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin me îradeya me bişikînin, lê li hember êrişên dagirkeriyê berxwedana şervanên me ya dîrokî didome.”

Mamo diyar kir ku şervanên wan li ber xwe didin û nahêlin tiştên ku dewleta Tirk û çeteyên wan pê dihizirin pêk werin û wiha dom da axaftina xwe: “Şervanên me va ye li hemû deveran li ber xwe didin, têkoşîna wan li hember dagirkeriyê xurt e. Bila dewleta Tirk û çeteyên wê dest ji van êrişan berdin, tu hêz bi şervanên me nikarin, ji ber ku em hêza xwe didin şervanên xwe. Şervanên me dê li ber xwe bidin û heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê her tim piştgiriya wan bikin.”

Endama Kongra Star a Kobanê Wehîde Silêman jî destnîşan kir ku şervanan di berxwedanê de destan nivîsandine û got: “Şervanên me bi hêzeke herî xurt li hember dagirkeriyê tê dikoşin. di wê berxwedanê de 210 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, gelek tank û erebeyên wan hatin teqandine, her wiha nêzî 20 balafirên bêmirov hatine rûxandin.”

Wehîde wiha pê de çû: “Şevanên me tenê bi çeka xwe li hemberî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin. Çeteyên dagirkeriyê tu carî bi hêza me nikarin, ji ber ku em her tim li pişta şervanên xwe ne.”

Endamê Mekteba Rêveberiya Rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê Mistefa El Demir jî diyar kir ku her tim di dilê wan de berxwedan hatiye çandin û axaftina xwe wiha domand: “Berxwedana me dê her tim xurttir bibe. Ji ber ku tu kes bi hêza me nikare, hêza hebûn û rûmetê ye. Wê her tim ew fikra berxwedanê ya ku di dilê me de hatiye çandin, di dilê me de bimîne. Em ê bi berxwedana xwe dîroka xwe binivîsin.”

ANHA