Elî Kerîmî: Medya PDK’ê xizmeta dagirkeran dike

Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî bi nivîsekê ragihand: “Qenalên ‘profesyonel’ yên Malbata Barzanî roj nine nûçeyek derew neweşinın û derewên wan ji her kesî re neyên îsbatkirin. Her kes dizane ku xizmeta kîjan dagirkeran dikin.”

Elî Kerîmî: Medya PDK’ê xizmeta dagirkeran dike
25 tebax, 2024   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî li ser rupela xwe ya medya dijîtal derbarê nuçeyên derew yê medya PDK’ê de peyamek belav kir.

Elî Kerîmî got: “Qenalên ‘profesyonel’ yên malbata Barzanî her roj nuçeyên derew belav dikin û ew derewên wan piştî çend saetan ji her kesî re têne îspatkirin. Ji nûçeyên derewîn û xapandina xelkê re êdî bese. Her kes dizane ku hûn çima hatine avakirin û bi mûçe û milkê xwe xizmeta kîjan dagirkerê Kurdistan û welatê Kurdan, dikin.”

Hêjayî gotinêye ku her dema dewleta Tirk a dagirker Başûrê Kurdistanê bombebaran dike yan jî li bajaran welatiyan qetil dike, PDK û dezgehên ragihandinê yên wê dibin ziman û berdevkên dewleta Tirk û nûçeyên derew û bêbingeh belav dikin.