Li Qamişlo komxebatek li ser rewşa avê hat lidarxistin

Ji bo nîqaşkirina mijarên girêdayî rewşa avê û rêbazên peydakirinê li kantona Cizîrê, komxebatek hat lidarxistin.

Li Qamişlo komxebatek li ser rewşa avê hat lidarxistin
Li Qamişlo komxebatek li ser rewşa avê hat lidarxistin
Li Qamişlo komxebatek li ser rewşa avê hat lidarxistin
Li Qamişlo komxebatek li ser rewşa avê hat lidarxistin
Li Qamişlo komxebatek li ser rewşa avê hat lidarxistin
Li Qamişlo komxebatek li ser rewşa avê hat lidarxistin
Li Qamişlo komxebatek li ser rewşa avê hat lidarxistin
Li Qamişlo komxebatek li ser rewşa avê hat lidarxistin
Li Qamişlo komxebatek li ser rewşa avê hat lidarxistin
25 tebax, 2024   17:47
QAMIŞLO

Yekitiya Şaredariyan û Gerînendetiya Avê ya kantona Cizîrê bi navê "Av û aştî hevkariyeke bihêz ji bo paşerojeke geş " li dar xist.

Di serî de mijara yekemîn a li ser çavkaniyên peydakirina avê ji aliyê hevseroka gerînendetiyê Bêrîvan Silo ve hat nîqaşkirin.

Bêrîvan Silo diyar kir ku li herêmê gelek jêderên avê hene. Lê di gelek xeteriyan re derbas dbin. Ji wan xeteriyan jî ziwabûn û hişkbûn e.

JÊDER

Bêrîvan Silo destnîşan kir ku jêderên avê yên kantonê ji bîr û bendavan pêdiviyên şêniyan peyda dikin. Şêniyên Cizîrê di peydakirina ava vexwarinê de xwe dispêrin bîran.

Der barê rewşa avê ya Hesekê de Bêrîvan Silo got: "Sala borî bajarê Hesekê wek bajarekî karesatê hat ragihandin. Ji ber ku ev lê tune bû. Sedema wê jî qutbûna avê ya stasyona Elokê ya piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê ye. Ji ber ku ev stasyon çavkaniya tekane ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê bû."

GAV Û PROJEYÊN ALTERNATÎF

Bêrîvan Silo diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeya kişandina xeta avê ji Firatê plan kiribû, lê ew ne li gorî pêdiviya herêmê bi giştî ye û got: "Ew tenê nêzî ji sedî 25 ji pêdiviya herêmê peyda dike. Her wiha Rêveberiya Xweser projeya kişandina avê ji Amûdê (62 kîlometre) pêşniyar kiribû."

Bêrîvan Silo teqezî bi girîngiya hişyarkirina civakê ji bo kêmkirina bikaranîna avê, da.

Piştre beşdaran li ser rewşa avê ya kantonê nêrînên xwe parve kirin.

Mijara duyemîn li ser ava binerd û qonaxên wê yên di bin erdê de ji aliyê profesorê zanistên jeolojî yê Zanîngeha Rojava Nîzar Xilêf ve hat nîqaşkirin.

Xilêf destnîşan kir ku li Sûriyeyê gelek deverên ku tê de ava binerd bi rêjeyeke baş peyda dibe, hene. Ew jî kaniyên Serêkaniyê û Eyn El Erûs û ava herêma Efrînê ne.

Xilêf got: "Ev herêm ji bo peydakirina avê ji bin erdê pir girîng in. Lê ev herêm di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Ev jî zehmetiya herî mezin li pêşiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

Xilêf diyar kir ku kêmkirina rêjeya ava Firatê bandoreke nerênî li rêjeya ava binerdê dike.

Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê rêbazên derbaskirina van zehmetiyan de, parve kirin.

Mijara sêyemîn a têkildarî bandora rêbazên avdanê li ser ava binerdê ji aliyê lêkolerê rêbazên nûjen ên avdanê Emîn Arif ve hat nîqaşkirin.

Arif diyar kir ku ji sedî 99 ji çandina avî ya herêmê (225 hezar hêktar li gorî amarên 2022'yan) di avdanê de xwe dispêre ava binerd, ev jî dihêle rêjeya ava binerd kêm bibe.

Di mijara dawîn de endama beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava Zozan Mihemed li ser têkiliya jinan bi avê û jîngehê re axivî.

(mh)

ANHA