Êlên Kurdî: Em binpêkirina nirxên civakî şermezar dikin

Yekitiya Êlên Kurdî buyerên roja Newrozê qewimîn şermezar kirin û daxwaz kirin ku saziyên ewlehiyê rê nedin fitnê û parastina sivîlan bikin.

Êlên Kurdî: Em binpêkirina nirxên civakî şermezar dikin
22 adar, 2026   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Yekitiya Êlên Kurdî ên Cizîrê bi boneya cejna Newrozê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li rêveber û rûsipiyan kirin ku krîzan çareser bikin û li herêmê aramî çêbibe. 

Yekitiya Êlên Kurdî di destpêka daxuyaniyê de wiha got:" Newroz di her salê de ne weke cejn û şahî tê pîroz kirin. Dibe sembola azadî û nûbûnê. Dîroka gelê Kurd a sebir, êş û hêviyê bibîr tînê. Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê şahî ye, mafekî çandî û neteweyî ye. Beşdarbûna gelê Kurd a jinûve avakirina siberoja Sûriyeyê misoger dike."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha gotin:" Mixabin di pîrozbahiyên Newrozê de hinek tevgerkirinên dûrî şaristaniyê derketin holê. Li kolanan û li qadên giştî gulebarandin û bi erebeyan li kolanan gerandin, tevlîhevî çêkir. Her wiha ala Sûriyeyê daxistin li beramberî wê jî mîna ku hinek alî li bendê bûn ku êrîşî tevahiya gelê Kurd bikin. Di pîrozbahiyên Newrozê de êrîşî gelê Kurd kirin, bê rêz nêzî alên Kurdî bûn û şewitandin. Êrîşî erebeyên gelê Kurd kirin û destdirêjî li kesên bêsûc kirin. Kiryarên hatin kirin di kîjan şert û mercî de be, em napejirînin û şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de gotin ku nabe Sûriyeyê bi mentiqê bertek nîşan dayînê were birêvebirin û wiha berdewam kirin:" Em dibêjin ku nabe Sûriyeyê bi mentiqê bertek nîşandayînê birêve bibin. Lazime Sûriyeyê bi aqil birêve bibin. Divê gotin ya rêveberan be, em weke Yekitiya Êlên Kurdan girêdana xwe ya bi exlaqên resen ve tînin ziman. Em destdirêjiya li ser nirxên civakî qebûlnakin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin:" Em qebûlnakin ku zimanê nefretê li dijî hemû pêkhateyên Sûriyeyê were bikar anîn û fitnê têxin navbera pêkhateyên Sûriyeyê. Saziyên ewlehiyê parastina sivîl bikin û pîrozbahiyan organîze bikin. Di çareserkirina krîzan û aramiya herêmê rol bidin rêveber û rûsipiyan. Her kes li nirxên xwe yên resen vegerê û hemû Sûriyeyî li ser bingehê van nirxan li hevdû kom bibin."

(np)