Balafirgeha Bexdayê rastî êrişan hat

Li dijî Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî êrişên bi dronan pêk hat, ku hin ji wan li nêzî navenda piştgiriya lojîstîkî ketin. Hîn roket jî nêzî malên sivîlên ketin û zirarên madî çêbûn.

Balafirgeha Bexdayê rastî êrişan hat
22 adar, 2026   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarekî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ku ji AFP re axivî, li devereke girêdayî Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî, ku navendeke piştgiriya lojîstîkî ya girêdayî Balyozxaneya Amerîkayê li wir e, îro serê sibê rastî 8 êrişên bi roket û dronan.

Rayedar diyar kir ku êriş îro sibê di demên cuda de çêbûne, û hin roket bêyî ku ti qurbanî çêbibin li nêzî navenda piştgiriya lojîstîkî ketine.

Yek ji dronan li navçeya Seydiye ya nêzîkî balafirgehê li ser malek sivîl ket, û zirara madî çêbûn.

(k)