ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-9-2025
15 îlon, 2025   02:00

Lêkolînerê siyasî Dr. Şimês Mehfûd diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan sembola têkoşîna azadî û edaletê ye û got, rakirina tecrîdê gavek girîng ber bi avakirina bingehên aramî û çareseriyek siyasî li Rojhilata Navîn ve ye.

Aktîvîsta mafê jinan û endama Platforma Jinê ya Navnetewî ya Îranê Besê Şemerî got: “Jinan bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ biryarên rejîma Îslamî û tirsa li hemberî pergalê şikandin û kefenê tirsê çirandin." BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Çilaxa daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û got: "Daxwaza me ya sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber ku ew tenê dikare aştî û demokrasiyê li herêmê pêk bîne." BI WÊNE Û DÎMEN

Di serdema pêşketina firinên sînayî de, tenûr şahidê hêza çandê ya mayîn û berdewama civakê ye. Di heman demê de nûnertiya girêdana civakê ya bi xak, ufr û adetên xwe ve, dike. BI WÊNE Û DÎMEN

PYD`ê 5`emîn Komxebata Sûriyeyî bi dirûşma “Menîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk misogeriya avakirina Sûriyeya nû ye” li bajarê Hesekê li dar dixe (9:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Qamişloyê têkildarî rewşa siyasî ya Sûriyeyê civînekê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxa li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê li Muzexaneya Şer a Kobanê bi boneya salvegera êrişa DAIŞ`ê li dijî bajarê Kobanê daxuyaniyekê dide (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê civîna xwe ya salê li navenda PYD`ê ya li bajarê Amûdê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê tev li Kampanya “Ez dixwazin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikim” dibe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê bi hevkariya Meclisa bajarê Til Birakê ji bo nirxandina rewşa herêmê û geşedanên dawîn civînekê li hola meclisê ya li bajêr li dar dixe (10:00).

 Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya xwe, daxuyaniyekê dide (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê civîna xwe ya 6 mehan li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Hesekê bi hevkariya jinên bajarê Til Temirê ji bo bîranîna şehîd Jîna Emînî li parka 4`ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê daxuyaniyekê dide (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tora şandeyên ku peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî rûspiyên ereb dikin li kantona Cizîrê berdewam e (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

7`emîn Mîhrîcana Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer ku ji aliyê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) û Komîna Govendê ve hatiye orgenîzekirin, li parka Azadî ya Qamişloyê dest pê dike (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN