El Şeybanî û Fîdan civiyan

El Şeybanî û Fîdan ku li hev civiyan, girîngiya xurtkirina tevkariya aborî û ewlehiyê û lezandina projeyên herêmê, piştgirîkirina jinûveavakirin, redkirina êrişên Îsraîlê û xurtkirina ewlehiya Sûriyeyê û herêmê nîqaş kirin.

El Şeybanî û Fîdan civiyan
6 tebax, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şeybanî serdana Tirkiyeyê kir û bi hempîşeyê xwe yê Tirk Hakan Fîdan re hevdîtin kir.

El Şeybanî û Fîdan piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de girîngiya xurtkirina tevkariya aborî û ewlehiyê di navbera her du welatan de, piştgirîkirina îstiqrara Sûriyeyê û xurtkirina projeyên girêdana herêmî anîn ziman.

El Şeybanî got di hevdîtinê de lezandina aktîfkirina "Komîteya Çar Deryayan", projeya xeta trênê di navbera Sûriye û Tirkiye, Erebistana Siûdî û Urdunê de, her wiha jinûveaktîfkirina peymanên aborî û bazirganî, tevkariya di navbera bankên navendî yên her du welatan de hatin nîqaşkirin.

El Şeybanî anî ziman ku Sûriye êrişên li ser welatên Kendavê şermezar dike û banga xurtkirina tevkariya ewlehiyê û kontrolkirina sînor dike. Her wiha got berfirehkirina desthilatdariya dewletê û bidawîanîna li hebûna çekan li derveyî çarçoveya qanûnî, bingeha îstîqrar û hevkariyê ya bi Tirkiyeyê re pêk tîne, di heman demê de piştgiriyê dide hewldanên Iraq û Lubnanê yên ji bo xurtkirina îstîqrara herêmê.

Eseed El Şeybanî bal kişand ser zêdegaviyên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyeyê û diyar kir ku hewldanên dîplomatîk ên bi armanca rawestandina zêdegaviyên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê dewam dikin.

Hakan Fîdan jî piştgiriya welatê xwe ji bo Sûriyeyê, xurtkirina tevkariya aborî û bazirganiyê, zêdekirina hejmara dergehên sînorî, xurtkirina binesaziyan bankan û veguhastin û projeyên aborî anîn ziman. Her wiha bal kişand ser xebata bi Erebistana Siûdî, Urdun û Sûriyeyê li ser pêşxistina projeyan.

Fîdan got divê êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê rawestin û rêz li yekitiya axa Sûriyeyê û serdestiya wê bê girtin.

(bb)