Li Efrînê xeracê ji xwediyên erdan distînin

Saziya Aboriyê ya herêma Efrînê ji xwediyên erdan ji sedî 35’ê berhema erdên wan wek xerac dixwaze.

Li Efrînê xeracê ji xwediyên erdan distînin
Li Efrînê xeracê ji xwediyên erdan distînin
Li Efrînê xeracê ji xwediyên erdan distînin
6 tebax, 2026   16:10
EFRÎN

Berpirsê qada aborî ya navçeya Raco ya Efrînê ku bi navê ‘Ebdulmunîm’ tê naskirin û ji devera Merat El Numan a Idlibê ye, ji xwediyên erdan dixwaze ku ji sedî 35’ê berhema erdên xwe wek xeraca pere bidin wan. 

Çavkaniyan diyar kir ku xerac ji 4 malbatên li gundê Mamila jî tê xwestin û gef li wan tê xwarin.

Çavkaniyan da zanîn ku derfet nîn ew qas pere bidin, nemaze ku îro roja dawîn a muhletê ye. Her wiha gef li wan tê xwarin ku ên pere nedin dê sewqî navenda ewlehiyê werin kirin.

Şêniyekî ji Racoyê ji ajansa me re axivî û got 50 sal e ew xwedî erd in û heya niha tê de dixebitin û piştrast kir ku ji sedî 35 xerac li ser berhema her erdekî ji wan tê xwestin.

ANHA