Fermandarê Koalîsyona Parastina Deryayî hat destnîşankirin

Erebistana Siûdî admîral Abdullah El Şehrî wek fermandarê Koalîsyona Parastina Deryayî ya Pirneteweyî tayîn kir û dê di 12‘ê Tebaxê de civîna xwe ya yekemîn pêk bîne.

Fermandarê Koalîsyona Parastina Deryayî hat destnîşankirin
6 tebax, 2026   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku avahiya Fermandariya Koalîsyona Parastina Deryayî ya Pirneteweyî temam bûye û admîral Abdullah El Şehrî wek fermandarê wê hatiye destnîşankirin.

Wezaretê bi daxuyaniyekê diyar kir ku "fermandarê koalîsyonê dê çavdêriya karên fermandariya deryayî ya hevbeş bike û hemahengiyê di navbera welatên endam de pêk bîne. Her wiha dê rêveberiya çalakî û erkên hevbeş li gorî peymana hevbendiyê û belgeyên wê yên rêxistinî bike. Ev yek dê amadebûna koalîsyonê ji bo parastina ewlehiya deryayî azadiya tevgera keştiyan xurt bike. Dê di parastina rêgeh û tengavên deryayî de bibe alîkar û di heman demê de destekê bide bazirganiya navneteweyî.”

Wezaretê ragihand ku deriyê tevlêbûna nava koalîsyonê li ber welatan vekirî ye. Her wiha da zanîn ku armanca wan xurtkirina ewlehiya deryayî û berfirehkirina tevkariya navneteweyî li hember gefên hevbeş e.

Wezaretê aşkera kir ku welatên damezirîner dê di rojên 12 û 13‘ê Tebaxê de civînekê li dar bixin da ku pêwîstiyên avakirinê temam bikin û li gorî rêkeftinên rêxistinî yên pejirandî ji bo amadekariyên destpêkirina qonaxa xebatê ya koalîsyonê îmzekirina daxuyaniya hevbeş û destûrê berdewam bikin.

30’ê Tîrmeha îsal 43 welatan bi armanca xurtkirina tevkariyê di warê parastina deryayî û ewlehiya navîgasyonê de ev koalîsyon ava kiribû.

(bb)