El Şeybanî û Dermer li Parîsê dicivin

Li Parîsê El Şeybanî û Derner bi navbeynkariya Barrack dicivin. Geşedanên li başûrê Sûriyeyê mijara sereke ya civakê ye.

El Şeybanî û Dermer li Parîsê dicivin
24 tîrmeh, 2025   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatekî payebilind ji AFP re ragihand ku tê payîn îro wezîrê derve yê Sûriyê Esed El Şeybanî û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer li Parîsê li hev bicivin.

AFP`yê diyar kir ku dîplomatê payebilind îşaret bi nûnerê Amerîka yê li Sûriyê kir û got: “Îro li Parîsê, bi navbeynkariya Tom Barak, civîneke ewlehiyê ya Sûrî-Îsraîlî dê were lidarxistin.”

Her wiha got ku El Şeybanî û Dermer, wezîrên 2 welatên ku ji hêla teknîkî ve di şer de ne, dê li hev bicivin.

(şx)