Girtina kurdan li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

Rejîma Îranê girtina kurdan didomîne. Di vê çarçoveyê de 4 welatiyên Kurd li Rojhilata Kurdistanê girtin û heta niha çarenûsa wan nediyar e.

Girtina kurdan li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e
24 tîrmeh, 2025   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê têkildarî girtina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve nûçeyek belav kirin.

Di nûçeyê de wiha tê gotin: “Di 3 rojên borî de 4 welatiyên Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine girtin û ber bi cihekî nediyar ve hatine birin. Welatiyên Kurd, bi karanîna tundiyê û serdegirtina malên wan de bêyî fermana dozger hatine girtin.”

Têkildarî nasnameya welatiyên ku hatine girtin û windakirin di nûçeyê de wiha hate gotin; “Kesên ku hatine girtin ev in: Hesen Eskiyê Bexdadî ji Pîranşarê, Mihemed Perwaze yê 29 salî ji Merîwanê, Mistefa Rehnema yê 47 salî werzişvan û çalakvanê ji parêzgeha Xorasana Bakur û Yûnis Şerîfî yê 43 salî ji Şînoyê ye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya 2 rojan, Kampanyaya Sêşemên Na ji bo Darvekirinê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku rejîma Îranê zextên li ser çalakvanên siyasî û endamên girtî yên kampanyayê zêde kirine.