El Burhan: Wê dawiya şer li Darfûrê be

Serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê diyar kir ku wê dawiya şer li herêma Darfûrê be û got ew agirbesta bi Hêzên Piştevaniya Lezgîn re red dikin.

El Burhan: Wê dawiya şer li Darfûrê be
14 mijdar, 2025   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Serweriyê û Fermandarê Giştî ya Hêzên Çekdar ên Sûdanê Ebdulfetah El Burhan diyar kir ku dawiya şerê Sûdanê wê li Darfûr be û destnîşan kir ku tu agirbest bi îsyankaran re nîn e. El Burhan bang li her kesê dikare çekê hilgire kir ku tev li şer bibe.

El Burhan anî ziman ku ew ê heta tunekirinê şerê Hêzên Piştevaniya Lezgîn bidomînin.

El Burhan di sardana xwe ya ji gundê El Serîha de got, "Agirbest û danûstandin bi wan îsyankeran an jî kesên tevkarî bi wan re kirine re tune ne. El Burhan da zanîn ku komkirina wan li cihekî û radestkirina çekê şertê yekane ya dan û standinê ye, ji bilî wê tu cihekî wan nîn e.

(ac/fr)

ANHA