Hêzên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê: Bendên li têketinên her du taxan hatin rakirin

Di çarçoveya gavên bi armanca xurtkirina bawerî û serxistina peymana 1ˊê Nîsanê ya navbera Meclisa Giştî ya her du taxan û hikumeta veguhêz de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku wan bendên xwe yên li têketinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rakirin.

Hêzên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê: Bendên li têketinên her du taxan hatin rakirin
14 mijdar, 2025   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê li ser rûpela xwe ya fermî parve kiriye, berdevkê hêzan serbaz Mehmûd Elî Merdilî diyar kir ku "Rakirina bendan di çarçoveya îsbatkirina niyeta me ya baş û destketdayîna hewlên bi armanca serxistina peymanê de pêk hat. Ambargoya li ser her du taxan hîna didome. Lê em di bicihanîna peymanan de bi biryar in."

Merdilî got, "Hin komên bi piştgiriya derve hene, hewl didin van peymanan têk bibin û rewşê ber bi krîzê ve bibin. Lê hêzên me bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye û tu rêyeke din ku herêm ji van krîzan were bidûrxistin, nabîne." 

Di dawiyê de Mardilî anî ziman ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşek ji bajarê Helebê ne, berevaniya şêniyên wê erka wan e û maseya diyalogê rêya yekane ya pêkanîna aştiyê û belavkirina wê li tevahî Sûriyeyê ye.

(fr)