Şêwirmenda rêveberiya kantona Cizîrê: Hevgirtina gelê Cizîrê komplo têk bir

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyan Hesen destnîşan kir ku hevgirtina gelê kantona Cizîrê tevliheviya di nava gelan de rawestandiye û got hemû pêkhateyên Sûriyeyê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî û ewlekariyê sekinîne. Her wiha da zanîn ku gelê Cizîrê peyama xwe “yan serkeftin an serkeftin” daye.

Şêwirmenda rêveberiya kantona Cizîrê: Hevgirtina gelê Cizîrê komplo têk bir
22 ÇILE, 2026   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyan Hesen destnîşan kir ku gelê kantona Cizîrê hêza xwe ji fedakariya şehîdên xwe û bereketa xaka xwe digire, di serî de jî fermandarên şehîd Xebat û Nûredîn Sofî.

Jiyan Hesen da zanîn ku gelê kantona Cizîrê bi yekitiya xwe dê hemû plan û komployên dijber têk bibe û wiha dom kir: “Kantona Cizîrê ne herêmeke normal e, lê belê nimûneya hevgirtina nîştimanî ya civakê ye. Ew ê tu carî zilm û talankirina xêr û bereketên welatê xwe qebûl neke. Banga seferberiyê nûnertiya yekitî û hevgirtina civakê nîşan dide. Ciwan, jin û kesên bitemen beşdarî parastina rûmeta xwe bûne.”

Jiyan Hesen bi bîr xist ku dema niha demeke dîrokî di danîna siberoja Kurd, Ereb, Ermen û Suryanan nîşan dide û got: “Hemû îro bi yekdestî li kêleka hêzên xwe yên leşkerî sekinîne. Di hemû kolanan de parastina xak, ziman û çanda xwe dikin. Li ber hevgirtina hemû pêkhateyan plana dewleta Tirk û ragihandina wê têk çûye.”

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyan Hesen da zanîn ku bêdengiya civata navneteweyî îradeya gelê herêmê lawaz nekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berovajî vê, hevgirtina dengê wan bi hêztir kiriye. Xelkê Cizîrê di pêkanîna çarenûsa xwe de bi israr e. Ew ê biryarên navneteweyî yên li ser wan têne ferzkirin, qebûl nekin. Destkeftî bi xwîna şehîdên ji hemû pêkhateyên ji Dêrik, Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Rimêlan, Çilaxa û Girkê Legê hatiye bidestxistin. Xwîna şehîdan di stûyê me hemûyan de ye. Em ê tu carî rê nedin tu kes destê xwe dirêjî nirxên me bike.”

Jiyan Hesen dema heyî wek qonaxa dîrokî ya parastina bajar û rûmetê pênase kir û got: “Em parastina siberoja zarokên xwe dikin. Ev taybetmendî Cizîrê ji herêmên din cuda dike.”

Jiyan Hesen di dawiya axaftina xwe de got gelê Cizîrê rêya xwe bijartiye û dê tu gavan jê neavêje û wiha bi dawî kir: “Azadî yan serkeftin vebijêrka me ye û em ê tu carî gavan jê neavêjin. Cizîr dê li ber hemû hewldanên dagirkirinê asê bimîne. Dê ala serkeftinê û rihê berxwedanê her bilind bimîne.”

(dc)

ANHA