Parlamenterê DEM Partiyê: Meylên çareseriya bêyî Kurdan û antîdemokratîk hene

Parlamenterê DEM Partiyê û endamê komîsyona çareseriyê ya parlamentoya Tirkiyeyê Celal Firat destnîşan kir ku îhtimal heye komîsyon heta nîvê 2026’an kar bike. Celal Firat got li hemberî pêvajoyê meylên “çareseriya bêyî Kurd” û “antîdemokratîk” hene, lê ew wek rêya sêyemîn têkiliyeke diyalektîk di navbera çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê de dipejirînin.

Parlamenterê DEM Partiyê: Meylên çareseriya bêyî Kurdan û antîdemokratîk hene
18 kanûn, 2025   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, derbasî qonaxeke nû dibe. Di nava nîqaşên vê qonaxê de jî sererastkirin an jî derxistina yasayan heye. “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî” ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku di vê çarçoveyê de hatiye avakirin, piştî guhdarkirina 134 alî û kesayetan, 24’ê Mijdarê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Li pey wê jî partiyên siyasî yên endamên wan di komîsyonê de ne, raporên xwe pêşkêşî komîsyonê dikin. Ji van raporan jî wê raporeke hevpar a komîsyonê bê amedekirin û pêşkêşî parlamentoyê bê kirin. 

Rojeva germ a der barê mijarê de ew e ku ji niha û pê ve dê çi bibe?

Der barê mijarê de parlamenterê DEM Partiyê û endamê komîsyonê Celal Firat bersiva pirsên me da.

Serokê meclisê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku beşa guhdarkirinê bi dawî bûye. Piştî amadekirina raporê gelo dê erkeke komîsyonê hebe yan jî dê komîsyon çi bike?

Erê beşa guhdarîkirinê bi dawî bû. Niha em di pêvajoya amadekirin û radestkirina raporên partiyan de ne. Wextê komîsyonê heta 31’ê Kanûnê heye. Lê piştî radestkirina raporên partiyên siyasî dê rapora dawîn bê nivîsandin. Dibe ku Adar-Nîsana 2026’an, piştî radestkirina rapora dawîn erka komîsyonê bi dawî bibe. Lê dema pêwîstî bê dîtin, careke din kom bibe jî, ji bo me tu astengî tune ne. Ez wisa bawer dikim ku komîsyon dê heta nîvê sala 2026’an xebata xwe bidomîne.

‘EGER HEVPARIYEK ÇÊNEBE DÊ XEBATÊN KOMÎSYONÊ BEYHÛDE BIN’

Partiyên ku endamên wan di komîsyonê de cih digirin raporên xwe pêşkêş dikin, li gorî di çapemeniyê de xuya dike nêrînên cuda hene. Gelo dê ev rewş di mijara amadekirina rapora hevpar de rê ji pirsgirêkan re veke?

Rapora me raporeke hiqûqî û polîtîk e. Me hewl da danasîna pirsgirêka Kurd bikin ku bingeha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Em dibêjin bi awayekî rast pênasekirina pirsgirêkê, dê çareseriyê jî bi xwe re bîne. Me hewl da di raporê de pirsgirêka Kurd ne wek pirsgirêka ewlehiyê, wek pirsgirêka înkar, newekhevî û pirsgirêka hiqûqê pênase bikin. Dema Komar (Komara Tirkiyeyê) hate avakirin, Kurd ji derveyî hiqûqê hatin hiştin. Lê mînak; di rapora MHP’ê de dibêje “Dema Komar hat avakirin, Kurd ji derveyî hiqûqê nehatin hiştin”. Ev ne rast e. Li gorî me dema Kurd bikevin deriyê hiqûqê, dê ji bo komara demokratîk bibe gavek dîrokî.

Di mijara nêzîkatiya ji bo pêvajoyê de, du meylên bingehîn hene; ya yekemîn meyla demokrasiya bêyî Kurd. Ya din jî meyla antîdemokratîk a ku Kurd jî di nav de bin. Di encamê de em li hemberî her du ferasetan jî rêya sêyemîn dipejirînin. Ev rê têkiliyeke diyalektîk di navbera çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê de dibîne. Me hewl da vê di rapora xwe de bidin diyarkirin. 

Em alîgir in ku raporeke hevpar derkeve holê. Bê guman dibe ku feraseta siyasal cuda nêzî pêvajoyê bibe. Dibe ku van nêrînên xwe di raporan de bidin diyarkirin, lê eger em di pirsgirêka Kurd de çareseriyekî bixwazin, teqez divê herî kêm hevpariyeke partiyên di komîsyonê de pêk were. Yanî dema hûn mijarê dinirxînin, dibe ku hûn pêvajoya sedsalî û pevçûnên 50 salî cuda bixwînin, lê eger di çareseriyê de hevkariyek pêk neyê dê xebatên komîsyonê beyhûde bin.

We jî wek DEM Partî rapora xwe amede kir. Gelo dê pêşniyarên we çawa bandorê li raporê bikin, ji bo vê hûn xebateke çawa dimeşînin?

Me hewl da di rapora xwe de ji pêvajoya dîrokî ya pirsgirêka Kurd heta pêvajoyên şer, astengkirina hewldanên aştiyê, hewldanên aştiyê yên sala dawî, nirxandinên li ser hesasyetên beşên cuda yên civakê ku di guhdarkirinan de derketin pêş, derxin holê. Armanca bingehîn rawestandina pevçûnan û mayîdekirina wê ye. Ji ber wê jî herikîna dîrokî ya şer, berdêla wê ya civakî, siyasî û aborî di rapora me de cih girt. Eger em di çarçoveya vê teoriya sêgoşe de binirxînin, şer û çareserî, perspektîfên bingehîn ên pêvajoya aştiya mayînde ne.

Ji bo hevpariya bi partiyên din re em amadene ku her gavê biavêjin û her cûre hewldanan bikin, hewldanên dîplomatîk û rêbazên îqnakirinê bi kar bînin.

‘CEWHERA PIRSGIRÊKA KURD WELATÎBÛNA WEKHEV, MAFÊ ZIMAN Û ÇANDÊ YE’

Endama Şandeya Îmraliyê Perwîn Bûldan di serdanên li gel partiyên siyasî de diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bûye û bal kişand ser sererastkirinên zagonî. Gelo dibe ku ev sererastkirinên zagonî çi bin, gelo dê komîsyon di vê mijarê de xebatan bimeşîne yan jî dê çawa bimeşîne?

Pirsgirêka Kurd di cewherê xwe de mijara hemwelatîbûna wekhev û zimanê dayîkê, mafê çandî ye. Em dikarin bêjin dê di pêvajoya pêşiya me de mafê gelê Kurd ê zimanê dayîkê û perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê çandî di zemîna zagonî û destûrî de bên nasîn.

Di rapora dawî de xisûsa esasî ya em hewl didin li ser lêhûrbûnê çêkin, girêdayî sererastkirinên zagonî ne. Pêwîste destpêkê rejîma qeyûman bi dawî bibe, kesên ji erk hatine girtin vegerin erkê xwe. Ji bo çekdanînê zagonek a entegrasyonê, guhertinên cezayan ên di zagonên TMK (Zagona Medenî yên Tirk), TCK (Zagona Ceza ya Tirk) û CMK (Zagona Lêpirsîna Cezayan), serbestberdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatine rawestandin, pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Makezagonê û berdana girtiyên ji doza Kobanê, rojevkirina mafê hêviyê û hwd bên pêkanîn, emê tevayî hewldanên xwe danîn holê.

‘NE RAST E KU PÊVAJO LI SER PÊŞKETINÊN LI SÛRIYEYÊ BÊ MEŞANDIN’

Dema daxuyaniyên dawîn ên hikumetê û hinek saziyên dewletê li ber çavan tên girtin, di qonaxa nû ya pêvajoyê de divê encamên çawa werin hêvîkirin?

Dibe ku desthilat an jî hinek berdevkên alîgirên desthilatê pêvajoyê di çarçoveyek teng û tenê li ser çekdanînê de bibînin. Dîsa tê dîtin ku hewl didin xitimîna li Sûriyeyê bixin pêşiya pêvajoyê. Em jî hêvî dikin ku li Sûriyeyê di çarçoveya nenavendîbûnê de hevpeymana 10’ê Adarê jiyanî bibe. Em rast nabînin ku pêvajoya çareserî û aştiyê li ser pêşketinên li Sûriyeyê bê meşandin. Tu gefa rêveberiya Rojava ji Tirkiyeyê re tune ye, berevajî em difikirin ku divê weke şansekî bê fêmkirin.  Hîn zêdetir diyalog û hîn zêdetir zimanê aştiyê pêwîst e.

‘KOMÎSYON XWEDÎ DERFET E KU KOMARA DEMOKRATÎK AVA BIKE’

Di hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya li gel Dewlet Bahçelî de hat ragihandin ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û hat diyarkirin ku ev qonax jî sererastkirina zagonî û entegrasyon e. Gelo di vê mijarê de xebateke berbiçav heye?

Komîsyona parlamentoyê xwedî derfetê ye ku di sedsaliya duyemîn a Komarê (Komara Tirkiyeyê) de deriyê hiqûqê ji Kurdan re veke, gava avakar a civaka demokratîk û aştiyê biavêje. Avêtina gavên ji bo aştiyeke mayînde, li şûna yekperestiyê avakirina piralîbûnê, li şûna otorîteriyê avakirina demokrasiyê, li şûna cudaxwaziyê avakirina komara demokratîk ku dibe sîwana jiyana bi hev re, îro dibe berpirsyariya me hemûyan.

Helbet hevdîtinên çêdibin ji bo pêşketinê pêwîst in û roleke erênî dilîzin. Piştî nivîsîna raporan û radestkirinê dê xebatên guhertinên zagonî bên meşandin. Di rojên pêşiya me de dê agahiyên şênbertir ji aliyê hevalên me yên berpirsyar ve bi raya giştî re bên parvekirin.

(a)

ANHA