Şêniyên Til Temirê: Em ê li hember êrişan li ber xwe bidin

Şêniyên Til Temirê piştgiriya xwe ji bo banga seferberiya giştî ya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin, nîşan da û diyar kir ku ew axa xwe bernadin û dê li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk bin.

Şêniyên Til Temirê: Em ê li hember êrişan li ber xwe bidin
22 ÇILE, 2026   02:45
HESEKE

Şêniyên bajrê Til Temirê piştgiriya xwe ji bo banga serferberiyê nîşan da û diyar kir ku ew ê berxwedana li kêleka hêzên xwe berdewam bikin.

Xalid El Xelef diyar kir ku bersivdayîna seferberiya giştî erkek neteweyî û exlaqî ye, bi taybet ji ber zêdebûna xetereyên li ser herêmê û da zanîn ku parastina Til Temirê parastina rûmeta hemû gelên Rojava ye.

El Xelef destnîşan kir ku bajarê Til Temir her tim di navbera civakên cihêreng ên Kurd, Ereb, Suryanî û Aşûrî de modelek jiyana hevbeş bû û armanca êrişan têkbirina vê modelê û çandina nakokiyan di navbera gelên herêmê de ye.

El Xelef wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê bajarê xwe bernedin, çi qas gef zêde bibin jî. Em ê bi hemû îrade û hêza xwe li hember êrişan bisekinin, axa xwe û rûmeta xwe biparêzin."

Ayhan Yûnis piştgiriya xwe ji bo hêzên leşkerî û ewlehiyê yên ku bajêr diparêzin anî ziman. Ayhanê da zanîn kir ku yekîtiya di navbera gel û hêzên wan ên leşkerî de bingeha têkoşîna li dijî êrişan e û yekitiya gel mertala herî bi hêz e li dijî hemû hewldanên têkbirina ewlehî û aramiyê.

Ayhanê wiha lê zêde kir: "Em jin û dayik, îro li kêleka hêzên xwe yên leşkerî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Em ê nehêlin ku em koçber bikin an jî îradeya me were şikandin. Em û li hember hemû êrişan li ber xwe bidin."

Ciwanê bi navê Erefe El Dawê got: "Me bersiva seferberiya giştî da ji ber ku parastina Til Temirê erkê her ciwan, jin û mêrekî ye. Ev bajarê me ye, û em ê di tu şert û mercan de dev jê bernedin. Em ê li hember hemû êrişên li dijî ewlehî û aramiya me, bisekinin."

El Dawê diyar kir ku hevgirtina di navbera niştecihan û hêzên leşkerî yên parastinê de çavkaniya sereke ya hêzê ye û yekitî garantiya rastîn a berxwedanê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro, em li eniyên pêş in da ku bajarê xwe biparêzin."

(k)

ANHA