‛Efrîn ya Efrîniyan e û veger nêzîk bûye’

Jinên koçber ên ji Efrînê diyar kir ku pêwîst e koçber bi awayekî ewle, di bin çavdêriya navneteweyî de, vegerin bajarên xwe, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji hêrêmê giştî vekişin û got "Çiqas dagirkerî dirêj bike Efrîn ya Efrîniyan e û dema vegerê nêzîk bûye."

‛Efrîn ya Efrîniyan e û veger nêzîk bûye’
2 tîrmeh, 2025   06:15
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên ji Efrînê yên bi darê zorê ji ber êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2018’an de koçber bûne û niha li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi cih bûne bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bi awayekî lezîn destwerdanê bikin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyan ji herêmê derxin û vegereke ewle ji bo koçberan misoger bikin. Jinan vegera di bin hebûna dagirkeriyê de red kir.

Têkildarê wê yekê, Cîhan Mustefa bal kişand ser zehmetiyên kesên vedigerin Efrînê û diyar kir ku şêniyên Efrînê yên ku vedigerin malên xwe wekî kesên xerîb li ser xaka xwe tên dîtin, lêpirsîn tên kirin, nasnameyên wan tên kontrolkirin û ji bo vegerandina malên xwe yên ku niştecih û çeteyan desteser kirine, pere li wan tên ferzkirin.

Cîhanê ev rewş red kir û got: "Em xwedî xak û îradeyek serbixwe ne. Ala Tirkî ya ku li herêmên me hatiye bilindkirin nasname û dîroka me temsîl nake. Vegera me wê bi rûmeta me be û di bin ala me de be. Heta ku çete bi temamî dernekevin em vegerek di bin kontrola wan de qebûl nakin."

Aya Hemo jî wiha axivî: "Divê dawî li sûcên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî xelkê Efrînê dikin, bê anîn. Ji bo vegera koçberan pêwîstî bi destwerdanek navneteweyî ya cidî heye ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin, ji bo ku ji tevahî herêmê vekişe."

Aya Hemo got ku heta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hene ew venagerin, hebûn û ala wan li Efrînê qebûl nakin.

Mizgîn Mihemed jî diyar kir ku Efrîn ê Efrîniyan e û dema vegerê nêzîk bûye.

Mizgîn got: "Bi berxwedana me ya di şert û mercên dijwar de em ê mafên xwe vegerînin û heta dawî daxwaz bikin. Divê dagirker baş bizane dawiya wê li herêmê nêzîk bûye."

(mh/fr)

ANHA