‛Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin’

Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nexasim jinên li bajarê Holê yê kantona Cizîrê peyama ‛Jineolojî’ ya Rêber Abdullah Ocalan bi moralên bilind pêşwazî kir û soza domandina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dubare kir.

‛Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin’
2 tîrmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
ELÎ EL SULTAN

Rêber Abdullah Ocalan vê dawiyê peyamek der barê ‛Jineolojiyê’ de ji jinan re şand. Di peyamê de Rêber Abdullah Ocalan dibêje projeya wî ya têkildarî doza jinan ji aliyê naverokê ve temam bûye û tiştê maye tenê pêkanîn e. 

Têkildarî mijarê, jinên bajarê Holê yê kantona Cizîrê ev peyam bi ruhekî xurt û moralên bilind pêşwazî kir û îşaret bi rola mezin a Rêber Abdullah Ocalan di xurtkirina jinan û rakirina astengiyên rûbirûyî wan de kir. Jinên ji Holê diyar kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Holê Xedîce El Hemîd kêfxweşiya xwe ji ber gihîştina peyamekê ji Rêber Abdullah Ocalan ve ji jinan re, ruxmî siyaetên êşkence û qirkirinê li dijî wî li Îmraliyê, anîn ziman.

Xedîce El Hemîd diyar kir ku di hevdîtinên dawîn ên bi Rêber Apo re hatine kirin de rewşa wî ya tenduristî hat naskirin û got: "Ji bo berdewama têkoşîna azadiya jinan û xelasiya ji zihniyeta baviksalariyê em hêza xwe ji fikra Rêbertî werdigirin."

Xedîce di dawiyê de soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Her wiha endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa bajarê Holê Wefa El Îbrahîm der barê peyamê de got: "Peyama Rêbertî nêrîneke zelal a têkbirina hişmendiya zilamperestiyê, misogerkirina mafên jinan û parastina destkeftiyên wan ên siyasî û civakî derdixe pêş."

Wefa El Îbrahîm di dawiya gotina xwe de soza şopandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan dubare kir.

(mh/fr)

ANHA