Banga jinên Êzidî ji bo jinên peravê re: Rêgeza xweparastinê bi hêz bikin!

Jinên Êzidî piştgiriya xwe bi jinên li peravê re anî ziman û ji wan xwest li hemberî tundiyê rêgeza xweparastinê bi hêz bikin.

Banga jinên Êzidî ji bo jinên peravê re: Rêgeza xweparastinê bi hêz bikin!
2 tîrmeh, 2025   05:08
QAMIŞLO
RINAS REMO

Jinên Êzidî têkildarî tundî û komkujiyên ku li perava Sûriyeyê rû didin, ji jinên li peravê xwest xwe bi rêxistin bikin û rêgeza xweparastinê bi hêz bikin.

Ciwana bi navê Rojan Hemîd ji koçberên Efrînê ye, lê niha li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê dimîne. Rojanê got: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker em neçar kirin ku malên xwe biterikînin. Tişta ku bi serê jinên li peravê tên em jî hîs dikin, ji ber ku li dijî me wekî jinên Êzidî heman tundiya sîstematîk hat meşandin."

Rojanê li dijî siyasetên tundiyê banga hevgirtinê li jinên sûriyeyî kir û wiha dom da axaftina xwe: “Li dijî siyasetên tundiyê ku li ser me tê meşandin, divê em jinên Sûriyeyî hevgirtî bin. Ji bo vê yekê divê em girîngiyê bidin xwe rêxistinkirin wekî amûra yekane ya xwe parastinê û parastina civaka xwe ji xetereyan. Em jinên Êzidî ezmûnên me hene, em amade ne destekê û tevkariyê bidin tevahiya jinên li Sûriyeyê."

Meryem Cindo jî îşaret bi vê yekê kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nikare pirrengiya çandî ya li Sûriyeyê biparêze û diyar kir ku çeteyên ku sûc li dijî jinên li peravê kirine, heman çeteyên ku hemû cureyên komkujiyan ku li Efrîna dagirkirî li dijî gelê Kurd kirine.

Meryemê da zanîn ku jinên Êzidî xwe rêxistin kirin, xeta demokasî û parastina civakê hilbijartin, di vê rêxistinê de rola jinan pêşeng e.

Meryem Cindo bal kişand ser jinên li Şengalê û bi bîr xist ku jinan bi rêya xwe rêxistinkirinê karibûn xwe biparêzin û civakeke demokratîk ava bikin.

Meryem Cindo bang li tevahiya jinên li Sûriyeyê kir ku li hemberî xetereyên muhtemel û tevliheviya ku Sûriyeyê tê re derbas dibe, bibin yek, ezmûnan bi hev re parve bikin, çanda rêxistinbûnyîn û xweparastinê bi civakê re parve bike.

(bb)

ANHA