PJAK: Hemû malên Kurdan bikin dibistanên zimanê Kurdî

PJAK’ê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên bindest bi taybet li gelê Kurd pîroz kir. Her wiha ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî bang li gelê Kurd kir ku têkoşînê bilind bikin, hemû malan bikin navendên pêşxistina zimanê dayikê.

PJAK: Hemû malên Kurdan bikin dibistanên zimanê Kurdî
20 sibat, 2025   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatiye diyarkirin. Gelê Kurd di cîhana îroyîn de bi parastina zimanê xwe yê zikmakî xwe û çanda xwe parastiye. Lê hîn jî gelê Kurd li rastî jenosîda çand û ziman tê. Şerê parastina zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd yekane rêya parastina hebûn û pûçkirina jenosîda çandî ye.

Polîtîkayên her çar hikûmetên Îran, Tirkiye, Iarq û Sûriyeyê li hemberî gelê Kurd bi qedexekirina xwendin û nivîsandina zimanê dayikê, li ser bingehê paradîgmaya şovenist ku bi vê yekê hewl didin yek ziman, yek netew, yek dewlet, yek çand, yek dîrok û yek alayê li ser gelan ferz bikin. Ev zêdetirî sedeyekê ye ev polîtîkayên faşîst û şovenîst li dijî gelê Kurd tên bikaranîn. Lewra gûman ji wê yekê nîne ku gelê Kurd ji bo parastina ziman û çanda Kurdî di nav têkoşîneke bêhempa, bênimûne û fedayî de ye. Zimanê Kurdî hebûneke çandî ye ku bi wê rêyê dikare hemû mîratên dîrokê werin parastin. Lewra qedexekirina mafê xwendin û nivîsandina zimanê dayikê li ser bingehê polîtîkayên asîmlasyonê wê bibe sedema tunebûna yasayên herêmî û cîhanî.

Pêşketin û belavkirina zimanê Kurdî û zaravayên wî bi sîyaset û stratejîyên ku prensîb û pîvanên cihêrengîya çandî di nav xwe de dihewîne, dikare pêk were. Helbet bi perwerdeyê her kes dikare zanîn û pisporiyeke temamtir bidest bixe û ev yek jî bi perwerdeya bi zimanê dayikê pêkane. Zimanê Kurdî yek ji pîvanên bingehîn yên hebûn û jiyana gelê Kurde ku ji aliyê desthilatdaran ve bi her awayî tê înkarkirin û ji aliyê hikûmetên hegemonîk yên cîhanê ve nehatiye astengkirin. Bi qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê jiyana azad a gelê me binpê kirin. Ji ber vê yekê têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê, têkoşîna azadiyê watedartir û bedewtir dike.

Îro gelê Kurd bi têkoşîn û fedekariya xwe ya bê westan ji qonaxa qirkirina fizîkî rizgar bûye û dem hatiye ku bi tevahî azadiya xwe dawî li siyaseta qirkirina çandî ya dijminan bîne. Bi ferzkirina “zimanê fermî” ji aliyê rejîmên faşîst ve bê guman derfeta avakirina civakeke azad ji gelên bindest ên Rojhilata Navîn re nehiştiye. Civaka azad ew e ku bi huner û wêjeyê nasnameya xwe ya çandî bi pêş bixe û xweş bike. Lewma ferzkirina zimanê fermî yê dewletên serdest li ser netewên bindest, mînakeke zelal ya qirkirina çandî ye. Di vê cîhana çêkirî de hemû dewlemendiyên çandî yên civakan tune dikin û mafê zimanê dayikê yê gelan nadin. Ji ber vê yekê ev maf ancax bi têkoşîneke berdewam dikare bê bidestxistin.

Em wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû netewên bindest bi taybet gelê Kurd pîroz dike û bang li hemû gelê me dike ku ji bo parastina zimanê Kurdî têkoşîna xwe bilind bikin û her mal û cihek bikin dibistan. Yekane rêya xilasbûna ji bindestiya etnîkî û çandî eve. Axaftina bi zimanê zikmakî jî di warê parastina zimanê Kurdî de û di vê çarçoveyê de parastina mafên xwe yên çandî û pêşvebirina mafên me yên çandî erkeke bingehîn a her kesekî ye. Parastina zimanê Kurdî yek ji azadiya gelê me ye. Bijî civaka azad."