Ebdulmesîh El Şamî: Şerê sîng bi sîng nemaye, niha şer bi wekîlan tê kirin

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Ebdulmesîh El Şamî diyar kir ku destwerdana Rûsyayê li Ukraynayê, nexşeyeke nû ya cîhanê xêz kir û diyar kir ku êrişa Hemasê, ji bo tesfiyekirina doza Filistînê ye.

Ebdulmesîh El Şamî: Şerê sîng bi sîng nemaye, niha şer bi wekîlan tê kirin
29 adar, 2024   06:08
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Ebdulmesîh El Şamî têkildarî geşedanên li herêmê, destwerdana Rûsyayê ya li Ukraynayê û şerê li Xezayê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dirêjbûna van şeran bi girîngiya wan ve girêdayî ye, ji ber ku şer guhertineke mezin di pergala cîhanê ya yekqutubî de çêdike û vediguhezîne pergaleke pirqutubî.

El Şamî wiha axivî: "Şerê Ukraynayê, nexşeyeke din a cîhanê xêz kir. Ev şer di navbera du cîhanan û du aliyan de ye. Cîhaneke nû ku tê de navendên hêzê ji rojava vediguheze rojhilat. Hêzeke nû li rojhilat derdikeve ku saktorên aborî, siyasî û leşkerî yên qada cîhanê kontrol dike.”

El Şamî diyar kir ku cîhan êdî dest bi guherînê kiriye û ji ber wê şerê li Ukraynayê gelek girîng e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Helbet sedemeke din a dirêjkirina temenê vî şerî heye ew jî ev e; piştî ku şer bi şerê li dijî terorê tê binavkirin derbasî nifşekî nû yê şer dibe ew jî nifşê çaran e yan jî şerê bi wekîlan. Êdî artêşên dewletan rasterast şerê hev nakin lê belê bi rêya wekîlan şerê hev dikin. Yekemîn dewleta dest bi vî şerî kiriye, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye.”

Her wiha El Şamê destnîşan kir ku şerên mezin ên ku encama şer diyar dikin êdî ji holê rabûne, ji ber wê şer dirêj dikin ji ber ku şerên bi wekaletê ne û stratejiya jinavbirina demdirêj bi kar tînin.

El Şamî ev li gotinên xwe zêde kir: "DYA`yê cesaret nake ku rasterast şerê Rûsan bike. Ruxmî ku rûs rasterast şer dikin û amerîkî şer li Ukraynayê afirand. Ji ber wê, bi nêrîna min ev sedema dirêjkirina şeran e."

Der barê girêdana şerê li Ukraynayê bi şerê li Xezayê de El Şamî got: "Girêdaneke rastîn tune ye. Şerê li Ukraynayê, şerê li ser guhertina pergala cîhanê ya yekqutubî ber bi şergala pirqutubî ye. Şerê li Xezayê jî, herêmî ye û berê hatiye plankirin û xizmeta projeya Îsraîlê ya li herêmê dike."

‘ŞERÊ LI XEZAYÊ TESFIYEKIRINA DOZA FILISTÎNÊ YE’

El Şamî têkildarî şerê li Xezayê nirxandina xwe wiha domand: "Şerê li Xezayê, şerê avakirin û sepandina fikra projeya Îsraîla Mezin a ji Firatê heta Nîlê ye."

Bi nêrîna El Şamî, şerê li Xezayê ji bo tesfiyekirina doza Filistînê ye û bi dawîbûna şer re, ev doz bi dawî dibe û dê dozeke din li Lubnanê dest pê bike û got: "Hizbullah û Îran ên ku Îsraîlê bi awayekî nerasterast bi kar tînin, dê şer bibin Lubnanê. Yanî wek encam em dikarin bibêjin şerê li Ukraynayê ji yê li Xezayê cudatir e."

(şx)

ANHA