Dr. Prof El Alûsî: Tirkiye dixwaze Iraqê tev li şerê xwe yê li dijî Kurdan bike

Sekreterê giştî yê Kombûna El Erebî ya Piştevaniya Doza Kurd Dr. Teysîr El Alûsî destnîşan kir ku lihevkirina ewlehiyê ya dewleta Tirk û Iraqê ji binpêkirinên serdestiyê xirabtir e û got dewleta Tirk dixwaze Iraqê beşdarî şerê xwe yê li dijî hêzên Kurd bike.

Dr. Prof El Alûsî: Tirkiye dixwaze Iraqê tev li şerê xwe yê li dijî Kurdan bike
29 adar, 2024   04:06
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Sekreterê giştî yê Kombûna El Erebî ya Piştevaniya Doza Kurd Prof. Dr. Teysîr El Alûsî hevdîtinên rayedarên dewleta Tirk a dagirker û rayedarên Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê nirxandin.

Teysîr El Alûsî anî ziman ku destkefiyên ku gelên Iraqê ji sala 2003’an ve bi dest xistine, bi taybetî mijarên girêdayî demokrasî û mafan û azadiyan bi paş ketine û got: "Ev rewş aloztir bû, nemaze ku hewldan hene nasnameya federal a Iraqê ji holê bê rakirin, bi rêya paşguhkirina madeyên destûrê yan jî taloqkirina wê mîna madeya 140’an an jî erk û maf ji desthilata federal a li Başûrê Kurdistanê bên kişandin, li gel bikaranîna hêzên Kurd li herêmê."

El Alûsî wiha domand: "Êdî desthilata li Iraqê bûye navendî, taybetmendiya federal ji dest daye. Bûye cihê ku ji parlamentoyê rewabûna xwe dibe ku yek ji beşên desthilata qanûnsaz e û ne desthilata ku di destûrê de hatiye bibîrxistin. Berovajî propagandaya tê kirin ku mecliseke federal heye yan jî odayeke duyemîn a desthilata qanûnsaz heye, desthilata nîştimanî ya federal hate taloqkirin û dadgeha federal jî li gorî qanûna beriya destûrê karê xwe dimeşîne. Ji vir diyar dibe ku dewleta Iraqê taybetmendiya federal ji dest dide, nemaze ku biryarên wê navendî ne û ne li gorî berjeweniya welat û gel e lê belê li gorî berjewendiyên partiyên desthilatê ne."

‘LIHEVKIRINÊN EWLEHIYÊ SERDESTIYÊ BINPÊ DIKIN’

Têkildarî baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Iraqê jî El Alûsî got: "Li gel bêdengiya desthilata Iraqê li hember hebûna bi dehan baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê û bi sedan navendên ku serdestiya welêt binpê dike, lihevkirinên ewlehiyê çêbûn. Ev lihevkirin ji binpêkirina serdestiya welêt xirabtir e. Ji ber ku li gorî van lihevkirinan desthilata  Iraqê di çewisandina kurdên li Bakurê Kurdistanê de tev li hêzên Tirkiyeyê dibe. Bi gotineke din, desthilat dest bi dozên hundirîn ên Tirkiyeyê dibe ku ne li gorî berjewendiya Iraqê ye. Kurdan her tim banga aştiyê û pêkvejiyana demokratîk dikin; lê belê li hemberî desthilata Tirk tu kes piştevaniya wan nekir. Yekitiya Ewropayê sûcên Tirkiyeyê yên li dijî bi dehan milyonan hemwelatiyên xwe tenê ji ber ku nasnameya wan a neteweyî cuda ye û daxwaza mafên xwe yên rewa dikin, paşguh dike.”

‘IRAQ BI GELEK METIRSIYAN RE RÛ BI RÛ YE’

El Alûsî hişyarî da ku ji ber hewldanên dewleta Tirk, Iraq mîna desthilata li Başûrê Kurdistanê bikeve “çirava aloziyên afirandî”.

El Alûsî destnîşan kir ku encamên van hewldanan nîşan dibe ku Tirkiye wê êriş bike ji ber ku serdestiya Iraqê binpê dike û bi cudahî dikuje û hicet jî hazir e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Di ser de, di encama fişaran de Iraqê ji para wê ya avê mehrûm dike."

El Alûsî di dawiyê de got: "Li hember vê rewşê, divê civata navneteweyî rê nede ku aloziyeke din li herêmê çêbe. Ji ber ku herêm wê berdêleke mezin bide mîna ku niha hin dewletên li herêmê dide. Min bi vê nirxandinê encamên xirab ên lihevkirinên ku tên kirin, bi kurtasî vegot. Lê belê şîrovekirina wê girêktir e. Ji ber wê divê em hişyar bin û alternatîfên aştiyane deynin, ji bo ku êşê ji gelên herêmê û dewletên wan dûr bixin."

(şx)

ANHA