DYA’yê li Okyanûsa Pasîfîkê qeyîkek kir armanc: 3 kes hatin kuştin

Li Okyanûsa Pasîfîkê di êrişa DYA’yê ya li dijî qeyîkeke qaçaxçîtiya madeyên hişbir de 3 kes hatin kuştin.

DYA’yê li Okyanûsa Pasîfîkê qeyîkek kir armanc: 3 kes hatin kuştin
21 sibat, 2026   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku wê duh (20 Sibat 2026) qeyîkeke qaçaxçîtiya madeyên hişbir li Okyanûsa Pasîfîkê kir armanc û di encamê de 3 kes hatin kuştin.

DYA’yê da zanîn ku ev çalakî di çarçoveya operasyona ji 6 mehan ve didome de hat kirin.

Hêzên DYA’yê ji destpêka Îlona 2025’an ve keştiyên qaçaxçîtiya madeyên hişbir dikin armanc. Di encamê de heya niha zêdetirî 150 kes hatine kuştin û bi dehan qeyîk hatine rûxandin.

Rêveberiya serok Donald Trump dibêje ew di rewşa şerê "terorîstên hişbirê" de ne ku li Amerîkaya Latîn çalak bûne.

Washingtonê hêzeke mezin a deryayî li Karayîban bi cih kiriye ku di mehên dawîn de qeyîkên ku guman tê kirin ji bo qaçaxçîtiya narkotîkê têne bikaranîn hedef girtine, tankerên petrolê desteser kirine. Her wiha operasyoneke leşkerî pêk aniye ku di encamê de serokê Venezuelayê Nicolas Maduro hat revandin.

(bb)