Dorpêça li ser Kobanê didome

Li Kobanê ku ji 20’ê Çileyê ve ji aliyê komên hikumeta demkî ve dorpêçkirî ye, xurek, derman û şîrên zarokan gelekî kêm bûne. Xizmetên ceyran û avê jî bi paş ketine. Ji bo rêgirtina li ber karaseteke mirovî banga vekirina korîdorên mirovî tê kirin.

Dorpêça li ser Kobanê didome
21 sibat, 2026   10:57
KOBANÊ

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku ji 20’ê Çileyê ve Kobanê dorpêç kiriye, rê girtine û nahêlin alîkariyên alîkariyên mirovî û bijîşkî derbasî bajar bibin. 

Dorpêçê bandoreke neyînî ya rasterast li qada tenduristiyê kir. Derman û pêdiviyên bijîşkî li nexweşxaneyan, bi taybetî dermanên nexweşiyên giran gelekî kêm bûne.

Her wiha peydanebûna şîrên zarokan, tunebûna alternatîfan û belavbûna diyardeya nebaşiya xurekê jiyana bi sedan pitikan dixwe xetereyê.

Di heman demê de tunebûna sotemeniyê û paşketina xizmetên ceyran û avê zehmetiyên nêzî 600 hezar şêniyan, bi taybet koçberan, zêdetir kiriye.

Şênî banga lezgîn a vekirina korîdorên mirovî ji bo derbasbûna alîkariyan dikin û diyar dikin ku dorpêç binpêkirina qanûnên mirovî ye û jiyana şêniyan dixe metirsiyê.

(bb)