Amnesty: Li Îranê herî kêm 30 kes di metirsiya darvekirinê de ne

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) diyar kir ku herî kêm 30 kes ji ber tevlî xwepêşandanên dawî yên Îranê bûne, di bin metirsiya darvekirinê de ne.

Amnesty: Li Îranê herî kêm 30 kes di metirsiya darvekirinê de ne
21 sibat, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Amnesty International di derbarê rewşa kesên di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine girtin de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin herî kêm 30 kesên ku ji ber tevlî xwepêşandanên dwî yên li Îranê bûne, dibin metirsiya darvekirinê de ne. Ji wana 8 jê ciwanin, 2 jî zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de ne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku kesên hatine girtin, di demek pir kurt de bêy ku parêzerên wan amadebin, hatine dadgehkirin û li gor îfadeyên ku bi zorê ji wan hatine girtin, ceza li wan birîne.

Amnesty diyarkiriye ku desthilata Îranî sîstema dadweriyê wek amrazek ji bo tirsandina civakê û bêdengkirina gel bikartîne.

Her wiha Amnesty International daxwazê ji tevayî civaka navdewletî dike ku zextan li ser Îranê zêdekin daku bikarin pêşî li darvekirinan bigrin û şandeyên navdewletî serdana girtîgehan bikin.