Li Kobanê şehîd Cîger Başkale hat oxirkirin

Şêniyên Kantona Firatê fermandarê QSD`ê Cîger Başkale bi merasîmeke bi heybet oxir kir.

17 tîrmeh, 2025   22:55
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser bi merasîmeke bi heybet fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Cîger Başkale (Ferhad Parlak) li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li başûrê bajarê Kobanê hate oxirkirin. Cîger Başkale di 15`ê Tîrmeha 2025'an li Abû Sirê şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, dûre hevseroka şaxê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Kantona Firatê Bêrîvan Ismaîl sersaxî ji malbat û rêhevalên şehîd Cîger Başkale re xwest.

Bêrîvan Ismaîl diyar kir ku şehîd Cîger bi lehengî û serfirazî li hember dagirkeriya Tirkiyê têkoşiya û berxwedaneke bê hempa da meşandin û got: "Şehîd Cîger li seramserî herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê têkoşiya û bê dudilî di nav têkoşînê de bû. Şehîd Cîger û hevalê xwe di şerê Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê li ber xwe dan û têkoşîneke bê hempa li hember dijmin dan meşandin."

Endamê rêvberiya Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Dijwar Heleb wiha aixî: “Bila serê gelê Kurd û Rêhevalên şehîd Cîger saxbe. Şoreşa Rojava li tevahî Cîhanê deng veda. Hevalên wek şehîd Cîger di şoreşa 19`ê Tîrmehê de amede bû. Şehîd Cîger di nava şoreşê de bû, her tim tekoşîn dikir ji bo ku gelê Kurd bi çand û zimanê xwe bijî. Şehîd Cîger hevalekî gazî bû, lê di her cihî de kolan bi kolan û bi bajar bi bajar cihê xwe digirt û li ber xwe da heta kêliya dawiyê."

Dijwar Heleb di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Şehîd Cîger di şerê Bendava Tişrînê de hazir bû, em soz didin ku heta dawiyê li ber xwe bidin ta ku xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk tînin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Cîger Başkale hate xwendin û radestî malbatê wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd Cîger Başkale bi tiliyên serkeftinê û bi dirûşma “Şehîd namirin” hate veşartin.

(mm)

ANHA