DYA: Divê Iraq balyozxane û nûnertiyan biparêze

Balyozxaneya DYA’yê ya Bexdayê ragihand vê sibehê êrişî avahiya wan hatiye kirin û daxwaz ji hikumeta Iraqê kir ku balyozxane û nûnertiyên dîplomatîk biparêze.

DYA: Divê Iraq balyozxane û nûnertiyan biparêze
8 kanûn 2023   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa berdevkê Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Bexdayê têkildarî êrişa vê sibehê ya li dijî balyozxaneya DYA’yê daxuyaniyek da.

Hate daxuyandin ku vê sibehê saet di 04:15’an de bi 2 moşekan êrişî balyozxaneya DYA’yê ya li Bexdayê hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em banga xwe ya ji bo hikumeta Iraqê nû dikin, da ku hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina karmend û nûnertiyên dîplomatîk û hevpeymanên navdewletî bigire.”

Her wiha hat gotin ku mafê wan heye li hemû deverên cîhanê parastinê li xwe û karmendên xwe bikin.