PDPK-S 16`emîn kongreya xwe li dar dixe

16’emîn kongreya PDPK-S’ê dest pê kir. Li gorî komîteya amadekar kongre bi 200 delegeyî li dar dikeve.

PDPK-S 16`emîn kongreya xwe li dar dixe
PDPK-S 16`emîn kongreya xwe li dar dixe
PDPK-S 16`emîn kongreya xwe li dar dixe
PDPK-S 16`emîn kongreya xwe li dar dixe
PDPK-S 16`emîn kongreya xwe li dar dixe
PDPK-S 16`emîn kongreya xwe li dar dixe
8 kanûn 2023   16:15
QAMIŞLO

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (PDPK-S) bi dirûşma “Demokratî ji Sûriyeyê re û mafên neteweyî yên rewa ji gelê Kurd li Sûriyeyê re” 16`emîn kongreya xwe li Hola Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişloyê bi amadebûna nûnerên eşîrên Ereb û Kurdan, rewşenbîr û nivîskar û endamên saziyên civaka sivîl li dar dixe.

Endamê Desteya Rêveber a PDPK-S’ê Ehmed Silêman di destpêka kongreyê de spasiya beşdaran kir û diyar kir ku nevexwendina partiyên siyasî ne ji ber helwestekê ye û got: “Têkiliyên me bi partiyên siyasî re baş e, di pêşerojê de dê dan û standinên me bi wan re hebin. Di heman demê de em dijberiya tu aliyekî nakin.”

He wiha Ehmed Silêman bal kişand ser berxwedana şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî silav li wan kirin.

Piştre serokê Desteya Şêwirmendiyê ya partiyê Ebdulkerîm Mehmûd (Ehmed Berzencî) ku ev 60 sal e di nava partiyê de dixebite, hate xelatkirin.

Endamê Desteya Rêveber a Nivîsgeha Siyasî ya PDPK-S’ê Ehmed Berekat jî destnîşan kir ku şêrê Rûsya û Ukraynayê û şerê Îsraîl û filistîniyan bandorê li Sûriyeyê jî dikin. Li Sûriyeyê alozî dewam dike û wiha pê de çû: “Çareserî li cem dewleta Sûriyeyê peyda nabe, çareserî bi dan û standineke sûrî-sûrî pêkan e. Bila bê zanîn ku hevrengiya pêkhateyan li herêmê dê serkeftinê bîne. Divê rêveberiya heyî jî bi pêkhateyên di nava xwe de bê parastin. Divê Kurd jî dan û standineke kurdî-kurdî pêk bînin.”

Ehmed Berekat bal kişand ser rewşa herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û got: “Divê rê li ber guhertina demografîk a bi destê dewleta Tirk a dagirker bê girtin.”

Li gorî komîteya amadekar a kongreyê dê di kongreyê de raporên 4 salan bên xwendin, nîqaş li ser rêziknameyê bê kirin, her wiha Komîteya Navendî û Komîteya Çavdêriyê bên hilbijartin.

Endamê Nivîsgeha Siyasî û Nûnerê PDPK-S’ê yê Başûrê Kurdistanê Elî Şemdîn jî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku lidarxistina kongreyê ji ber rewşa rêxistinî dereng ma û got: “Kongre dê bi amadebûna 200 delegeyî ji Rojava û Başûrê Kurdistanê û derveyî welat bi rê ve biçe. Bername dê heta çend rojan dewam bike.”

15`emîn kongreya PDPK-S’ê di 2018`an de li dar ketibû. Piştî wê beşeke endamên wê jê veqetiyabû.

(sb)

ANHA