Brîtanyayê ceza li 2 wezîrên hikumeta Şamê birîn

Brîtanyayê ceza li wezîrê ragihandinê û yê bazirganiya hundirîn ên hikumeta Şamê birîn.

Brîtanyayê ceza li 2 wezîrên hikumeta Şamê birîn
8 kanûn, 2023   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, Brîtanyayê cezayên nû li 17 kesên ji Belarûsê, 8 endamên hikumeta Şamê û 5 kesên ji Îranê birîn.

Pereyên wezîrê ragihandinê yê hikumeta Şamê Butrus El Helaq û wezîrê bazirganiya hundirîn û parastina mezêxeran Muhsin Ebdulkerîm Elî hatin cemidandin.

Di Hezîranê de jî Brîtanyayê ceza li wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê Elî Mehmûd Ebas bi tawana ′tundiya li dijî welatiyan′ birîbû, her wiha ceza li serfermandar Ebdulkerîm Mehmûd Îbrahîm jî birîbû.

Li gorî cezayên nû, rêwîtiya wan kesan qedexe ye û pereyên wan hatine cemidandin, her wiha qedexe ye welatiyek an jî şîrketeke brîtanî dan û standinê bi wan kesan re bike.

(fr)