`Divê jinên Kurd pêşengtiya yekîtiya gelê Kurd bikin`

Endama Kordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed anî ziman ku yekîtiya gelê Kurd wê deskeftiyên Rojava biparêze û divê jinên Kurd pêşengiya vê yekê bikin.

`Divê jinên Kurd pêşengtiya yekîtiya gelê Kurd bikin`
30 ÇILE, 2026   05:50
HESEKÊ
BOTAN HISÊN-HINAR IBRAHÎM

Berxwedan li hemberî êrîşên qirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome û gelê Kurd li Kurdistanê û tevayî cîhanê tevlî seferberiyê bûne.

Endama Kordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed ji ajansa me (ANHA) re axivî û got: "Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dixwazin bi van êrîşan re îradeya gelê Kurd bişkînin û wan qir bikin".

Rûken Ehmed di berdewamiya axaftinên xwe de got: "Gelê Kurd li Kobanê û Hesekê bi îradeyeke mezin bersiv didin êrîşên dijwar ên li ser herêmê û biserdikev in".

Ji bo parastina deskeftiyên Rojava Rûken Ehmed anî ziman ku: "Yekîtiya gelê Kurd wê deskeftiyên Rojava biparêze. Pêdiviya me bi yekîtiya gelê Kurd heye û divê jinên Kurd pêşengtiya vê yekê bikin.

Di vê pêvajoyê de pêdivî heye ku gelê Kurd li tevahiya cîhanê dakevin qadan, li hemberî êrîşên li ser nasnameya wan tê kirin bibin xwedî helwest û daxwaza mafên xwe bikin."

Rûken Ehmed di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku ciwan ji tevayî Kurdistanê berê xwe dan Rojava û tevlî seferberiyên bûne û wiha berdewam kir:`Dewletên sermeyedar û dagirker êrîşî Rojava dikin û ji bo ev êrîş têk biçin û civak xwe biparêze wê bedel werin dayîn".

Endama Kordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed di dawiya nêrînên xwe de wiha got: "Pêdiviya Rojava bi alîkariya gelê Kurd ên tevayî Kurdistanê û dewletên Ewrûpa heye. Ciwanan ji Bakurê Kurdistanê dîwarên li ser sînor derbas kirin û hatin Rojava, ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî gelê Kurd berê xwe dan Rojava û tevlî seferberiyê bûn. Em bang li gelê Kurd ên li dewletên Ewrûpa dimînin dikin, ku vegerin Kurdistanê û parastina Kurdistanê bikin. Îro pêdiviya Rojava heye ku destkeftiyên wê werin parastin".

ANHA