Dorpêça li ser Kobanê didome: Metirsî hene Nexweşxaneya Zarokan raweste

Dorpêça çeteyên hikumeta demkî ya li ser Kobanê jiyana nêzî 600 hezar kesî dixe xetereyê. Metirsî hene ku ji ber nebûna derman, sotemenî û oksîjenê Nexweşxaneya Zarokan ji xizmetê derkeve. Lê şênî li hember dorpêç û êrişan berxwedanê didomînin.

Dorpêça li ser Kobanê didome: Metirsî hene Nexweşxaneya Zarokan raweste
29 ÇILE, 2026   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê dorpêça li ser bajar û gundewarên Kobanê didomînin. Ev yek bû esdema krîzeke mirovî. Ji ber kêmbûna sotemeniyê û oksîjenê metirsî hene ku Nexweşxane Eykûr a Zarokan ji xizmetê derkeve. Li aliyekî din jî şîrên zarokan û dermanên şûştina gurçikan pir kêm bûne.

Li piraniya dikanan pêdiviyên xurekê nemane û sebze hema bêje diqedin. Ev jî jiyana nêzî 600 hezar kesên li bajar dixe xetereyê.

Tevî dorpêçê û gefên êrişan jî şêniyên Kobanê li ber xwe didin.

(b)