Dîmenên reva malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê

Ji dîmenên ku hatine parvekirin, reva malbatên çeteyên DAIŞ’ê ya ji kampa Holê diyar dibe.

Dîmenên reva malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê
29 ÇILE, 2026   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin û li herêmên derdora wê alozî derketibû. Ji dîmenên ku hatine parvekirin, malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji kampê direvin, xuya dikin.

Di dîmenan de piştrast dibe ku hemwextî reva malbatên çeteyan ji kampê, gule li derdora kampê hatin teqandin da ku reva wan neyê xuyakirin.

Li hundirê kampê û herêmên derdora wê alozî û fikar dewam dikin, nemaze ku bi hezaran jin û zarokên malbatên DAIŞ’ê li kampê hene û metirsiyê li ser ewlehiyê çêdikin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) xwe ji kampê kişandibû û diyar kiribû ku kamp ji kontrolê derketiye.

(b)