Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Efrîn û Şehbayê beşeke   dorpêça giştî ye

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşeke  dorpêça giştî ya li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Efrîn û Şehbayê beşeke   dorpêça giştî ye
19 kanûn, 2023   04:40
REQA
ENES MIHEMED

Hikumeta Şamê dorpêça xwe ya li ser kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne, di encamê de rewşa jiyanê ya herêmê paş ket û kehrebe ji 23'yê Mijdara borî de qut bûye.

Her wiha di encama dorpêçê de û ji ber tunebûna sotemeniyê û rawestîna veguhastina erebeyan li kantona Efrîn û  Şehbayê, dibistan hatin girtin û pê re bi deh hezaran şagirtên hemû qonaxan ji perwerdehiyê bêpar man.

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid destnîşan kir ku dorpêça li ser kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşeke  siyaseta guhartina demografîiyê ye û ev yek daxwazên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker e da ku welatiyan neçar bikin ku serî bitewînin û got: "Ev dorpêç beşeke  dorpêça giştî ya li ser herêmên Rêveberiya Xweser e."

El Ebid der barê deriyê Til Koçer ê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û Iraqê de wiha axivî: "Me dît ku hikumeta Şamê û bi vetoya Rûsya û Çînê rê li ber derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya deriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt û nehişt ew derbasî herêmê bibin û bigihîjin şêniyên herêmê û koçberên tê de."

El Ebid da zanîn kir ku siyaseta hikumeta Şamê ya çareseriya leşkerî li şûna çareseriya siyasî ji destpêka kirîza Sûriyeyê de heman siyaset e, armanca wê jî ew e ku gelê Sûriyeyê vegerîne beriya sala 2011'an.

El Ebid helwesta Rêveberiya Xweser ku girîngiyê dide vekirina deriyan û dûrxistina dozên mirovî ji siyasetê û pêkanîna diyalogê li şûna rêbazên leşkerî.

El Ebid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji roja yekemîn de bi rêya navberkaran peyam ji bo hikumeta Şamê û ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) şandin da ku ev dorpêça li ser tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibe û derî bên vekirin bi taybetî deriyê Til Koçer û noqteyên ewlekariyê yên di navbera herdu aliyan de bên rakirin.

El Ebid dawiyê got: "Mixabin aliyek heye li hember alîkariyên ku ji bo gelê Sûriyeyê û koçberên kampan hatine şandin, disekine û rê nade wan. Em bang li NY'ê û rêxistinên mirovî dikin ku li hember deverên dorpêçkirî xwedî li erkên xwe derkevin."

)mh)

ANHA