‘Rizgarkirina herêmên dagirkirî vebijêrka li hember êrişên dewleta Tirk e’

Gelê herêma Firatê rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de li Sûriyeyê wekî bersiva herî guncaw li hemberî êrişên wê yên berdewam li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibîne û tenê dikare sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk anîne, bi dawî bike.

‘Rizgarkirina herêmên dagirkirî vebijêrka li hember êrişên dewleta Tirk e’
15 kanûn, 2023   05:52
KOBANÊ

Li dijî êrişên berdewam ên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwazên gel ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker, rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera şêniyên resen zêde dibin.

‘EM JI DEWLETA TIRK NATIRSIN Û DÊ BAJARÊN XWE RIZGAR BIKIN’

Medîne Mistefa Narî ya ji Bajarê Kobanê diyar kir ku: "Dewleta Tirk ji dema bav û kalên me ve dijminê me ye, xak axa me ye û heta em sax bin em ê jê dernekevin, dixwaze hebûna me ya li ser vê xakê bidawî bike û ev jî em ê destûrê nedin û em dev ji axa xwe bernadin."

Medîne destnîşan kir ku ew ê tevahî bajarên dagirkirî rizgar bikin, ji dewleta Tirk a dagirker natirsin û paşde gav neavêjin.

Welatiyê ji Kobanê Xalid Hemo jî got: "Dewleta Tirk bi xwe re tevlihevî, wêranî bi xwe re anî. Xelkê resen koçber kirin, yên biyanî ji deverên din ên Sûriyeyê û heta Filistînê li şûna wan bi cih kirin. Tenê ji bo ku demografiya wan herêman biguhere û dagirkirina xwe mayende bike."

Hemo wiha domand: "Tirkiye her tim gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, ew armanc nake Sûriyeyê ava bike, lê belê hat ji bo ku van herêman dagir bike. Ji berê ve, ew dijminê bav û kalan e. Dixwaze Mîsaqê Millî li herêmê pêk were, ji bo wê jî kurdan dike hicet û wan bi terorîstan bi nav dike. Lê ew bi xwe terorîsta herî mezin e. Ji ber ku ji seranserî cîhanê terrorist kom kirin û xwe li ser serê wan kir xelîfe. Anîn Sûriyeyê û serdestiya welêt binpê kirin."

Hemo destnîşan kir ku Tirkiye, li ser kurdan û ereban xetereyeke mezin e. Hemo bang li QSD`ê kir ku wan herêman rizgar bike û dê li paş wan bin ji bo ku xelkê resen vegerên warên xwe.

‘EM DIXWAZIN VEGERIN WARÊN XWE’

Koçberê ji Girê Spî ku li Kobanê dimîne Enwer Seydî got: "Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û ji bo ku xelk vegera warên xwe, em dixwazin QSD`ê pêngavekê dest pê bike ku şênî tev lê bibin."

Seydî wiha pê de çû: "Gelek sal derbas bûn, em koçber in. Em dixwazin vegerin warên xwe."

Welatiya bi navê Fadîle Ebdî jî got: "Em dixwazin QSD ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, pêngavekê dest pê bike. Em li pişt hêzên xwe ne heta ku ev armanc pêk were."

(şx)

ANHA