QSDˊê îdiayên hedefgirtina Firqeya 17ˊan û Bokemalê derewandin

QSDˊê diyar kir ku îdiayên ku dibêjin hêzên wan êrişî navenda Firqeya 17ˊan û Bokemalê kiriye derew in.

QSDˊê îdiayên hedefgirtina Firqeya 17ˊan û Bokemalê derewandin
1 ÇILE, 2026   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê îdiayên ku hêzên wan êrişî hin cihan kirine dewandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Hin aliyan nûçeyên derew der barê çalakiyên hêzên me di destpêka sala nû de belav kirine. Wan aliyan îdia kir ku hêzên me bi balafirên bêmirov êrişî navenda Firqeya 17ˊan a li derdora bajarê Reqayê kir û hinan jî îdia kir ku hêzên me Bokemal bombebaran kir.

Ev nûçeyên derew tu têkiliya xwe bi rastiyê re nîn in.

Hêzên me diyar dikin ku em di her warî de amade ne ku van îdiayan aşkera bikin û aliyên li piş van îdiayan berpirsiyarên armanc û encamên wan dibînin."

(fr)