Jinên Reqayê kevneşopiya çêkirina penîr vedijînin
Li gundewarê kantona Reqayê, di nav xwezayê de, jinên herêmê kevneşopiyeke kevnar a çêkirina penîr parastiye. Penîr ji şîrê pez bi destan tê çêkirin ku her nifşekî rêbaza çêkirina wî daye nifşê pey xwe heta ku gihîştiye roja îro.
Jinên li gundewarê kantona Reqayê di saetên sibeha zû de pezê ku ew bi xwe xwedî dikin, didoşin. Ev jî girêdana xurt a jinan û xwezayê diyar dike. Ew şîr bi baldarî di qutikên paqij de radikin tê hilanîn û dibin cihên çêkirinê.
KELANDIN Û PAQIJKIRINA ŞÎR
Şîr li ser agirekî hêdî tê germkirin û bi berdewamî tê tevdan, da ku bi temamî paqij bibe û neşewite. Ev, gava sereke ya parastina kalîteya penîr e.
WERIVANDIN Û MEYANDIN
Piştî ku şîr dikele meyaneyê tevlî dikin, ew şîr tê nixumandin û li cihekî germik ji bo çend saetan tê hilandin da ku bimeye.
QUTKIRIN Û DARIVANDIN
Piştî ku şîr dimeye, ew tê qutkirin û di tûrikên qumaşî de tê hiştin da ku darive. Bi vî awayî ava ji şîrî meyandî diwerive û qalibên penîr çêdibin.
XWÊKIRIN
Xwê wekî zêdebûnekê, tev li penîr tê kirin û hin cûreyên penîr jî çend rojan tên hiştin da ku çêjeke xweştir bide. Hin jin jî giyayên xwecihî ku taybetmendiya herêmê diyar dikin, tev li penîr dikin.
BERHEMEKE XWECIHÎ BI ÇÊJEKE RESEN
Penîr li sûkên xwecihî tê firotin an jî li ser sifreyan tê pêşkêşkirin. Gelek jin bi çêkirina penîr debara jiyana xwe dikin. Hemwextî wê jî ew behreyeke ku bi kevneşopî û kultûrê ve girêdayî ye.
(mh)
ANHA