Rojnamevanê Ehmed Mensûr ê li Xezayê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Rojnamevan Ehmed Mensûr ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê de bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevanê Ehmed Mensûr ê li Xezayê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
8 nîsan, 2025   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya Filistînê WAFA mirina rojnamevan Ehmed Mensûr ragihand ku duh di encama êrişa artêşa Îsraîlê ya li ser konekî ku rojnamevan li bajarê Xan Yûnisê diman de birîndar bûbû.

Di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî konê ku rojnamevan li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Şerîda Xezayê diman de rojnamevanek mir û her wiha 9 jê rojnamevan 10 kes birîndar bûn. Rojnamevanê Filistînî Hilmî El Feqawî piştî êrişê di kon de jiyana xwe ji dest dabû.

Der barê kuştina Ehmed Mensûr de hejmara rojnamevanên ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve jiyana xwe ji dest dane derket 211’an.