Li Laziqiyê bûyerên revandinê yên metirsîdar

Li bajarê Laziqiyê bûyerên revandin û windabûnên nepenî zêde bûne. Di çend rojên dawîn de jinek, karmendek û kalemêrekî nêzî 70 salî hatin revandin.

Li Laziqiyê bûyerên revandinê yên metirsîdar
31 cotmeh, 2025   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê dawiyê de li bajarê Lazqiyê hejmareke welatiyên bi temenên cuda hatin revandin, vê yekê di nava şêniyan de metirsî çêkir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku jinek 25 salî ku dayika 2 zarokan e, ji gundê Qercalê yê girêdayî navçeya Eyn El Beyda ya Laziqiyê ye winda bû. Ew jîn, duh li xwaringehek felafilan li nêzî Peymangeha Dar El Meirîfê ya li hundirî bajêr hatibû dîtin. Malbata jina winda bang li aliyên têkildarî û welatiyan kir ku bibin hevkar ku wê bibînin. Hîna jî awayê winda bûye, nayê zanîn.

Di bûyerek din de, xortekî 38 salî, ku karmendê şîrketa avê ye, ji 27ˊê Cotmehê ve winda ye. Ew xort, piştî ji gundê xwe El Musle yê herêma Mizêre yê Laziqiyê derket ku hevalekî xwe li herêma Sibêro bibîne, winda bûbû. Piştî windabûnê malbatê li nexweşxane û polîsxaneyan lê gerî. Dûre malbatê agahî wergirtin ku aliyên ewlehiyê ew girtiye, lê sedem û cihê girtinê heta niha nayên zanîn.

Li aliyekî din jî, kalemêrê di temenê derdora 70ˊê de bi navê Selah Eslan, ku biraziyê serbazê rejîma berê Elî Eslan e, ji pêş mala xwe li Meşrûa El Ewqafê ya Laziqiyê hatibû revandin. Li gorî SOHRˊê piştî dayîna pereyekî nêzî milyon dolarî, hat berdan.

(fr)