Dîmenê çalakiya sekvanî ya Girê Amediyê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 5'ê Cotmehê ya li Zapê weşand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hembeî artêşa Tirk a dagirker pêk anîn.

Dîmenê çalakiya sekvanî ya Girê Amediyê hate weşandin
15 kanûn, 2023   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agahî dabû:

"5'ê Cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku ketibûn nava liv û tevgerê çalakiyeke sekvaniyê hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin."