Êzidî Cejna Êzî pîroz dikin

Êzidî, piştî ku 3 rojan rojî girtin, îro Cejna Êzî pîroz dikin.

Êzidî Cejna Êzî pîroz dikin
15 kanûn, 2023   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna Êzî, li gorî salnameya rojhilatî beriya destpêkirina zivistanê bi 8 rojan tê pîrozkirin.

Beriya cejnê, êzidî di 3 hefteyan de 9 rojan rojiyan digirin (her hefteyê rojên sêşem, çarşem û pêncşem).

Dûre hefteya sêyemîn roja înê cejn e. Êzidî û pêkhateyên herêmê bi belavkirina şekir û şêraniyê cejnê pîroz dikin.

Sibeha cejnê êzidî serdana goristanan dikin û dûre diçin serdana hev û cejnê li hev pîroz dikin.

(şx)

ANHA