Di xwepêşandanên Siwedayê de topbarankirina Erman û Milih hat şermezarkirin

Xwepêşandanên Siwedayê ku ji 6 mehan ve berdewam in banga cezakirina kujerên welatiyên bajarokê Erman û Milih, didomin.

Di xwepêşandanên Siwedayê de topbarankirina Erman û Milih hat şermezarkirin
19 ÇILE, 2024   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Girseya gel li qada Keramê ya navenda Siwêdayê xwepêşandanên xwe yên ji Tebaxa borî ve didomînin.

Di xwepêşandanê de tabloyeke hunerî bi dirêjiya 300 metre ku li ser wêneyên girtiyan û kesên ku di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji des dane, hat pêşandan.

Ji nêzî 6 mehan ve şêniyên Siwedayê banga pêkanîna biryara neteweyî ya 2254 û çûyîna Esed û hilweşandina hikumeta wî û berdana girtiyan dikin.

(mh)