Mala Êzîdî: Dewleta Tirk û DAIŞˊê yek in

Mala Êzîdî ya Helebê bi boneya salvegera 6'emîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê  daxuyaniyek da û destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîna dagirkirî mîna sûcên DAIŞ'ê yên li dijî civaka Êzîdî ne.

Mala Êzîdî: Dewleta Tirk û DAIŞˊê yek in
19 ÇILE, 2024   16:23
HELEB

Bi beşdariya dehan endamên Mala Êzidî ji hêla endama Komîteya Jinan a Mala Êzîdî Werde Omer ve daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî li pêş navenda Mala Êzidî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd bi taybetî civaka Êzîdî li Efrînê, mîna sûcên DAIŞ'ê yên di 2014'an de li Şengalê ne.

Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kuştin, revandin, desteserkirina mal û milkên şêniyan û xerabkirina jîngehê hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî li hember van sûcan dihêle dewleta Tirk şerê qirkirinê bidomîne. Her wiha bang li şêniyên Efrînê û tevahiya welatparêzên Sûriyeyê û yên Kurdistanê hate kirin ku ji bo rizgarkirina Efrînê û çareserkirina krîza Sûriyeyê bibin yek.

(mh)

ANHA