Çînê banga rawestandina êrişên li dijî keştiyan ên li Deryaya Sor kir

Çînê banga rawestandina êrişên li dijî keştiyên sivîl ên li Deryaya Sor kir. Her wiha rayedarekî tevgera Ensarullah a Hûsiyan got li Deryaya Sor tu metirsî li ser keştiyên Rûsya û Çînê tune ne.

Çînê banga rawestandina êrişên li dijî keştiyan ên li Deryaya Sor kir
19 ÇILE, 2024   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çînê banga sînordarkirina êrişên li dijî keştiyên sivîl ên li Deryaya Sor kir. Ev bang piştî êrişên Hûsiyan ên li dijî keştiyên li Deryaya Sor û êrişên hêzên Amerîka û Brîtanyayê yên li Yemenê hat kirin.

Ji ber êrişan gelek şîrketên veguhastinê naxwazin di rêya sereke ya bazirganiyê re derbas bibin û berê xwe da rêya Afrîkaya Başûr.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning banga sînordarkirina êrişên li dijî keştiyên sivîl ji bo misogerkirina veguhastinê û parastina pergala bazirganiyê ya cîhanê kir.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya tevgera Ensarullah Mihemed El Bixêtî ji rojnameya Ezvesta ya Rûsyayê re diyar kiribû ku tu metirsî li ser keştiyên Çîn û Rûsyayê li Deryaya Sor tune ne û gotibû: "Tevgera Ensarullah êrişî keştiyên Amerîka û Brîtanyayê yên li Deryaya Sor dike, lê belê tu metirsî li ser dewletên din, di serî de Rûsya û Çînê tune ne û pêvajoya veguhastinê li herêmê ewle ye."

El Bixêtî diyar kir ku Hûsî amade ne ji bo derbasbûna keştiyên Rûsya û Çînê di Deryaya Sor re garantor bin û piştrast kir ku ew ê tu carî rê nedin keştiyên Îsraîlê yan jî yên girêdayî wan û got: "Ensarullah naxwaze tu keştiyan desteser an jî noq bike. Erka me zêdekirina lêçûna aborî ya Îsraîlê ye ji bo ku komkujiya li Xezayê rawestîne."

(mh)