Di xwepêşandanên li Fransayê de zêdeyî 2 hezar kes hatine binçavkirin

Li Fransayê piştî protestoyên li dijî bihabûna jiyanê bûyerên tundî û talankirinê yên li gelek bajaran rû dan, di şeva duyemîn de jî dewam kirin. Bi dehan kes hatin binçavkirin. Wezîrê Karên Hundir îstifa kir, Macron qebûl nekir.

Di xwepêşandanên li Fransayê de zêdeyî 2 hezar kes hatine binçavkirin
19 cotmeh, 2026   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Fransayê bûyerên tundiyê li gelek bajaran dewam dike ku piştî protestoyên li dijî bihabûna jiyanê destpê kirin. Li paytext Partîsê şeva Yekşemê careke din şer qewimî, gelek firoşgeh bûn hedef. Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê ragihand ku 117 kes hatin binçavkirin.

Protestoyên roja Şemiyê yên li seranserê welêt, li gelek bajaran bi şer û hilweşînê bi encam bû. Wezîrê Karên Hundir Laurent Nuñez diyar kir ku 550 hezar kes beşdarî xwepêşandanên li welêt bûn, ku 110 hezar ji wan li Parîsê tevlî bûn. Li gorî amadekarên xwepêşandanan ev hejmar gihîşt 800 hezar kesî.

Hate ragihandin ku li Bordeauxê ziyan gihîşt avahiya fermî ya walîtiyê, li bajarên Lille û Marsilyayê jî dehde li deriyên avahiyên şaredariyê hate kirin. Her wiha li Lyonê agir bi ofîseke tûrîmzê, li avahiya Şaredariya Limogesê jî şewatê rû da. Li gelek herêmên cuda yên welêt kargeh hatin şewitandin.

Şaredarê Parîsê Emmanuel Grégoire diyar kir ku asta hilweşînê gelekî bilinde û hin kolan bi rêk û pêk hatin xerakirin.

Ji ber tundiya polîsan gelek kes bi giranî birîndar bûn

Destwerdana hêzên ewlekariyê li xwepêşandanan jî bû cihê nîqaşan. Li Saint-Étienne ji ber teqîna bombeya polîsan destê xwepêşandêrekî jê bû.

Dozgeriya Mulhouseyê jî têkildarî rijandina çavê keçeke ciwan lêpirsîn da destpêkirin ku di dema xwepêşandana li dijî bihabûna jiyanê de çavekî wê rijiya û birîndar bû. Ji bo ronîkirina bûyerê Yekîneya Teftîşa Giştî ya Polîsên Neteweyî ya Fransayê (IGPN) kete dewrê.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî bûyeran kêmasiya di tedbîrên ewlekariyê de qebûl kir. Li gorî daxuyaniya Qesra Elysee, Macron bal kişand ser kêmasiyên nedîtina bûyeran a berî biqewime û kêmasiyên li qada îstîxbaratê. Macron her wiha xwest, ji bo pêşîgirtina li talankirin û şerê kolanan hêzên ewlekariyê rêbazên nû biafirînin.

Wezîrê Karên Hundir Laurent Nuñez jî piştî nerazîbûna zêde îstifaya xwe pêşkêş kir. Lê belê şeklî ma. Hate ragihandin ku Macron îstifa qebûl nekiriye.

Li gorî daneyên rayedaran, di dema bûyeran de bi giştî 2 hezar û 400 kes hatin binçavkirin û nêzî hezar wezîfedarên ewlekariyê birîndar bûn.

Sekretera Giştî ya CGT ku ji sendîkayên sereke yên karkeran ên Fransayê ye Sophie Binet daxuyaniyên Macron rexne kir û anî ziman ku Serokkomar bûyerên li welêt fêhm nekiriye.