Kongra Star: Rawestandina biryara îdamê li ser Werişe Muradî berpirsiyariyeke dîrokî ye

Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku ji nû ve dayîna biryara îdamê ya li dijî  çalakvana jin a Kurd Werişe Muradî li Îranê, nîşan dide ku rejîma Îranê di polîtîkayên xwe yên zextkirin, tirsandin û bêdengkirina jinan de israr dike.

Kongra Star: Rawestandina biryara îdamê li ser Werişe Muradî berpirsiyariyeke dîrokî ye
19 cotmeh, 2026   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star der barê biryara îdamê ya li dijî  çalakvana jin a Kurd Werişe Muradî li Îranê daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna ji bo rawestandina biryara îdamê û bilindkirina dengê jinan berpirsiyariyeke dîrokî ye.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

"Dubare ji nûve dayîna biryara îdamê ya li dijî  çalakvana jin a Kurd Werişe Muradî li Îranê, careke din nîşan dide ku rejîma Îranê di polîtîkayên xwe yên zextkirin, tirsandin û bêdengkirina jinan de israr dike.

Ne mimkûn û ne jî tê qebûlkirin ku jinek ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd, lêgerîna jinan a wekhevî û azadiyê, mafên mirovan û avakirina jiyaneke li gorî rûmeta mirovî bexşandiye, di bin gefa îdamê de bê hiştin. Ev biryar, di heman demê de êrîşeke eşkere ye li ser îradeya azadiya jinan, daxwazên demokratîk ên gelê Kurd û dengên civakî yên ku li dijî zextê bilind dibin hatiye dayîn.

Nêzî du salan e ku ew di zindanan de bi tecrîda giran, îşkenceya fiziki û derûnî û şertên girtîgehê yên ku rûmeta mirovan binpê dikin, têdikoşe. Zextên ku ji roja yekem a binçavkirina wê ve li ser wê hatine ferzkirin, pirsgirêkên tenduristiyê û astengiyên di gihîştina wê ya dermankirinê de, hemû parçeyek ji polîtîkaya sîstematîk a tirsandinê ya li dijî wê ne. Tevî van hemû zextan, ew ji îradeya xwe ya azadiyê venagere. Niha jî dixwazin bi îdamê Werişe Muradî bêdeng bikin. Lê tu polîtîkaya zextê ya ku jiyana jinekê û têkoşîna wê ya azadiyê dike hedef, nikare bi ser bikeve, bi taybetî dema ku bersiva wê li hember zextê berxwedan be.

Ji aliyê din ve, dema ku nêzîkatiya rejîma Îranê ya li hember gelê Kurd, jinan û beşên dijber ên civakê tenê di çarçoveya ewlehî û cezakirinê de tê sînordarkirin, daxwazên demokratîk wek gef tên ditin, lêgerîna mafan tê sûcdarkirin û xwesteka nasnameyên cuda ji bo hebûna azad bi zextê tê bersivandin. Hewldana bindestkirina têkoşîna azadiya jinan bi cezayên îdamê jî aliyê siyasî yê vê zextê eşkera dike.

Lê daxwaza azadiya jinan bi biryareke dadgehê ji holê nayê rakini.  Her hewldaneke ji bo bêdengkirina dengekî jinê, careke din nîşan dide ku çima têkoşîna wekhevî û azadiyê hîn jî pêwîst e.

Bersiva daxwazên beşên cuda yên gelê Îranê ji bo azadî, dadwerî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet nikare zexta zêdetir, îdam û operasyonên leşkerî be. Lê di rojên piştî nûvekirina cezaya Werişe Muradî de, êrîşên leşkerî yên zêde yên rejîma Îranê li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê jî balkêş û manîdar in. Ji aliyekî ve çalakvanên jin ên Kurd di bin gefa îdamê de tên hiştin, ji aliyê din ve jî operasyonên leşkerî û bombebaran li herêmên ku Kurd lê dijîn didomin. Ev yek nêzîkatiya rejîma Îranê ya li hember pirsa Kurd û helwesta wê ya li hember mafên siyasî eşkere dike.

Ji vir ve em bang li hemû rêxistinên jinan, tevgerên femînîst, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqî, saziyên demokratîk û torên piştgiriya navneteweyî dikin: ji bo rawestandina biryara îdamê ya li dijî Werişe Muradî û betal kirina wê, bilindkirina dengê xwe berpirsiyariyeke dîrokî ye. Li hember polîtîkayên zext û tirsandinê yên rejîma Îranê, pêdivî bi avakirina zexta raya giştî ya bi bandor û domdar heye. Her wiha divê ji bo eşkerekirina hemû binpêkirinên mafan ên li dijî Werişe Muradî, daxwaza avakirina komîteyek lêkolînê ya serbixwe bê kirin û ji bo pêkanîna wê were têkoşîn."

(k)

ANHA