5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Qonaxa xweqeydkirinê li Zanîngeha Rojava bi dawî bû. 5 hezar xwendekaran serî li zanîngehê daye ku ji wan 300 xwendekar ên materyalên Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz in.

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye
19 cotmeh, 2026   13:32
QAMIŞLO

1`ê Cotmehê (2026) qeydên ji bo sala xwendinê ya 2026-2027`an li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dest pê kir. Xwendekarên ku bawernameya refa 12`an (zanistî û wêjeyî) û yên pîşeyî wergirtine, di navbera 5-15`ê Cotmehê de nav û daxwazên xwe tomar kirin.

Ji ber daxwaza zêde ya qeydkirinê, zanîngehê dema qeydkirinê dirêj kiribû û duh (18 Cotmeh) bi dawî bû. Piştre dê encamên serlêdanan derkevin û dest bi sala xwendinê ya nû bê kirin.

JI SEDÎ 60’Ê XWENDEKARAN JIN IN

Rayedarên Zanîngeha Rojava ji ajansa me re da zanîn ku ji nêzî 5 hezar xwendekaran serlêdan kiriye, ji wan 3 hezar xwendekar jin in û 300 xwendekarên materyalên Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne.

Rayedaran da zanîn ku beşên wergerê, Fakulteya Zanistên Siyasî, Mamostetiya Refê û Patolojî bi hacetî hevdîtina qebûlkirinê ne. Her wiha diyar kir ku ji bo Fakulteya Endezyariya Xwezayî ezmûn tê xwestin, zanîngehê ji bo xwendekarên ku dixwazin vê fakulteyê bixwînin jî 2 dewreyên perwerdeyê ku organîze kirin û ezmûna vê beşê îro (19 Cotmeh) tê lidarxistin.

BEŞÊN NÛ YÊN ZANÎNGEHA ROJAVA

Rayedarên Zanîngeha Rojava destnîşan kir ku wan beşa Lênerîna Taybet di nava Fakulteya Biyolojiya Tenduristiyê de vekiriye, her wiha Peymangeha Rojava ya Gihandina Mamosteyan, Peymangeha Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê tev li Fakulteya Çand û Hunerê ya zanîngehê kirine.

Heta 2 hefteyên bê encamên serlêdanan dê bên ragihandin û piştî derketina encaman dê derfeta heyî ji bo dayîna mufadeleya duyemîn nîqaş bikin.

(sb)

ANHA