Di xwepêşandanên Îranê de 2 kes hatin qetilkirin

Di pevçûnên navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê de li bajarê Lordegan ê başûrê rojavayê Îranê 2 kes hatin qetilkirin.

Di xwepêşandanên Îranê de 2 kes hatin qetilkirin
1 ÇILE, 2026   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Fars a Îranê, li gelek bajarên Îranê ji ber rewşa debarê ya zehmet roja yekşemê xwepêşandanan dest pê kir. Îro di pevçûnên navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê de li bajarê Lordegan ê başûrê rojavayê Îranê de 2 kes hatin qetilkirin.

Ajansê da zanîn ku xwepêşandêran êrişî avahiyên fermî kirine û zirar pê kirin.

Bajarê Lordegan ku hejmara niştecihan 40 hezar kes e, 650 km dûrî Tehranê ye.

(fr)