Xwendekarê revandî Bangîn Ebod hat berdan

Xwendekarê zanîngehê Bangîn Ebod ê ku ji hêla komên girêdayî hikumeta veguhêz li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatibû revandin, hat berdan.

Xwendekarê revandî Bangîn Ebod hat berdan
1 ÇILE, 2026   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi cih bûne, di 27ˊê Kanûna 2025ˊan de, dema xwendekarê zanîngehê Bangîn Ebod (sala duyem a endazyariya medenî) û Ehmed Welîd Omer (sala yekem a endazyariya medenî) vedigerîn malên xwe, revandibûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Helebê parve kirine, piştî 24 saetan ji revandinê Ehmed Welîd Omer hatibû berdan, lê Bangîn Ebod vê êvarê hat berdan û gihîşt mala xwe.

Gelê her du taxan bang dikin ku divê xwendekar ji van rageşiyên heyî dûr werin hiştin, neyên revandin û girtin û xwendina xwe temam bikin.

(fr)

ANHA