Di tevliheviya li Iraqê de siyaseta fînansekirinê ya Tirkiyeyê– HÊVÎDAR XALID

Di tevliheviya li Iraqê de siyaseta fînansekirinê ya Tirkiyeyê– HÊVÎDAR XALID
22 adar 2024   06:08

Li qada Iraqê geşedanên siyasî di gelek aliyan de hene. Ew jî ji ber valahiya serokatiyê ye ku serokekî nû yê parlamentoyê piştî Mihemed El Helbûsî nehat hilbijartin. Her wiha bi sedemên din wekî yên girêdayî encamên hilbijartinên meclisên parêzgehan ên di 18’ê Kanûna 2023’yan de, nakokiyên di navbera hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê û ya navendî de, krîza mûçeyên karmendên Herêma Başûrê Kurdistanê, dosyaya derxistina petrola herêmê bi rêya hikumeta navendî û biryara betalkirina sîstema nûnertiya ol û neteweyan; xiristiyan, êzidî û Tirkmen. 

Di encama wê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hilbijartin red kirin û vê jî rewş aloztir kir. Xuya ye ku ev bandorekr neyênî dide pêvajoya siyasî ya Başûrê Kurdistanê jî. Her wiha nakokiyên nîjadî û mezhebî di navbera pêkhateyên sereke yên Iraqê de yên ku ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve, di serî de Tirkiye, tên derxistin û tevlihevî li herêmê encam dide û aramiyê têk dibe.

Li kêleka van krîzên aloz, rola neyînî ya Tirkiyeyê bi rêya destwerdana di kar û barên dewletên derdorê de derdikeve pêş. Destwerdana Tirkiyeyê di Iraqê de ji avakirina baregehên leşkerî, derxistina fitneyên nîjadî heta bi rewakirina xak û qada hewayî ya Iraqê ji xwe re, didome. Ku bi vî awayî hemû pîvan û qanûnên mafên mirovan û yên navneteweyî bin pê dike.

Bo mînak, aloziya erkdarkirina parêzgerê Kerkûkê, ew alozî piştî ku namzetê Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Demokratîk di hilbijartinên meclisên parêzgehan de bi ser ket, berpirêsn Tirk gelek caran serdana bajarê Kerkûkê yê Kurdî kir, wek çawa ew Kerkûkê wîlayeteke Tirkî dibînin. Wan hewl da fitneyeke kurdî-erebî derxin û bi daxuyaniyan îsrar kir ku parêzgeriya Kerkûkî para pêkhateya Tirkmen e. Tevî ku Kurdan bi pêvajoyeke demokratîk a hilbijartinan gihîştin parêzgeriya Kerkûkê, lê dîsa jî ev yek li xweşiya rejîma Tirk û aliyên girêdayî wê neçû. Ji ber ku ew hewl didin bi rêya pêkhateya Tirkmen herêmê dagir bikin û destkeftiyên siyasî û aborî bi dest bixin. Tevî ku rêjeya Tirkmenan li gorî pêkhateyên din ên herêmê ya herî kêm e.

Em vegerin kartên zextê yên ku rejîma Tirk ji bo pêkanîna xewnên xwe yên dagirkeriyê li dijî Iraqê bi kar tîne. Ji wan dosyaya avê ye. Dewleta Tirk bi rêya avakirina bendavên mezin ava çemên Dîcle û Firatê qut kir. Armanc jî gefxwarina li aramî, ewlehî û serweriya Iraqê ye û peydakirina tevliheviyê di nav gelê Iraqê de ye. Li hemebr wê helwesta hikumetê lewaz bû. Ji gelek salan ve Tirkiye li vê noqteya erdnîgarî ya girîng terorê dike. Sivîlan dikuje, gundên wan hedef digire, wan koçber dike, dest datîne ser mal û milkên wan û daristanan dişewitîne. Li hember van kiryaran hikumeta Iraqê tu biryarên serbixwe û durist nedan.

Ji gelek salan ve dewleta Tirk serweriya Iraqê, qanûnên û pîvanên navneteweyî binpê dike. Êdî Tirkiye ji bo gelê Iraqê bûye cîraneke nehezkirî nexasim piştî qutkirina avê û avakirina zêdetirî 35 baregehên leşkerî li ser xaka Iraqê.

Ji bilî wê, di salên dawîn de serdanên şande û berpirsên Tirkiyeyê ji bo Bexdayê der barê têkbirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dan û standinan bi hikumeta Iraqê re bikin, zêde bûn. Enqere dosyaya PKK'ê ji bo dagirkirina xaka Iraqê bi kar tîne. Her wiha wê bang li hikumeta Iraqê kir ku li dijî PKK'ê dest bi şer bike û her tim bi berpirsên Iraqê re di hewldanan de ye da ku bihêle ew şerê PKK'ê bikin û wê bixin lîsteya terorê û ya partiyên siyasî yên qedexekirî yên Iraqê.

Pêwîst e hikumeta Iraqê bizane ku eger ew serî ji Tirkiyeyê re bitewîne nexasim bi rêya rêyên veguhastinê yên ku Kendava Ereban bi sînorê Tirkiyeyê ve girê didin, ew ê beşên xaka Iraqê ji dest bide. Di encamê de jî Tirkiye dê Iraqê di aliyê aborî û siyasî de dorpêç bike û ew rêya veguhastinê dê bibe plana têkbirina Iraqê, ew jî armanca Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyê ji bo ku rola xwe ya stratejîk li herêmê ji dest nede, serî li tevahî dewletên Ereban da, niha jî ji bo heman armancê berê xwe daye Iraqê.

Pêwîst e Bexda planên Enqereyê baş bizane. Nexasim ku qada Iraqê di dema niha de ji bo krîz û şerên dîtir qet ne amade ye. Ji bo wê jî pêwîst e berpirsên Iraqî nebin destê dagirkerên Tirk ên ku çavnebariya xwe ya di Iraqê de bi zelalî radigihînin û dibêjin ku Mûsil û Kerkûk wîlayetên Tirkî ne.

Eger hikumeta Iraqê helwesteke cidî û xurt nîşan nede dê Tirkiye siyasetên xwe bidomîne. Pêwîst e Iraq desteka siyasî, leşkerî û dîplomasî bide PKK'ê li şûna ku şerê wê bike. Ji ber ku eger Bexda bikeve planeke wiha dê wêranî û xerabiyê ji bo herêmê bîne.

Gerîlayên PKK'ê serweriya Iraqê ji çavnebarî û planên Tirkiyeyê diparêzin û rê li ber wê digirin. Eger ne ji berxwedana wan ba, Tirkiye dê tevahî gund û herêmên Başûrê Kurdistanê dagir bikira. Ne ji fedakariya wan ba dê çeteyên DAIŞ'ê bigihîşta gelek deverên ku hêzên Iraqê û hêzên din jê vekişiyane. Êdî her kes dizane ku PDKˊê destekê dide dewleta Tirk da ku şerê PKK'ê bike û rojane tê li ber dewleta Tirk hêsan dike da ku şerê PKK'ê bike û ji krîzên xwe yên hundirîn bireve û wan derxîne derve sînorên xwe. Armanc ji vê yekê jî ew e ku dewleta Tirk di hilbijartinan de dengên şofîniyan bigire. Bila her kes bizane ku Tirkiye ne tenê şerê PKK, lê belê ew şerê tevahî gelê Kurd dike. Ji ber wê jî bilindkirina asta xebat û têkoşînê di vê demê de ji hemû deman girîngtir e da ku rê li ber plan û çavnebariya dewleta Tirk bê girtin.

(mh)